NAVENDA NÛÇEYAN – Di pêşengtiya Rêber Apo û komek xwendevanan de biryareke qedera gelekî biguhure tê girtin û PKK 27’ê Mijdara 1978’an de li Gundê Fîs’a Licê de PKK tê damezirandin. Dehan sale gelê Kurd vê rojê wek rojeke dîrokî bi wate dike û li her derê vê rojê de pîrozbahiyan pêk tîne.
Îsal jî ev pîrozbahî bi rojan pêş de li welat û derveyê welat destpê kirin. Ji van pîrozbahiyên îsal re ciwan pêşengtiyê dikin. Taybet ciwanên Başûr bi coş û moralên xwe ve çend roje dev ji kolanan bernadin.
Îşev jî di pêşengtiya Ciwanên Şengalê de ji bo pîrozbahiya 27’ê Mijdarê gel daketin qadan. Şahiya ciwanên Şengalî li gundê Dugurê saet 5’ê êvarê de destpê kir.
Agirê Şahiyê ji aliyê dayîkan ve hate pêxistin. Pişt re ciwanan dor agir xeleqa dîlanê çêkirin û dîlan gerandin. Şahiya ku ji aliyê gel de rastê eleqeyeke mezin hat de tim û tim siloganên Bijî PKK û BijÎ Serok Apo hatin avêtin.