QAMIŞLO – 25’ê Mijdarê wek roja li dijî Tundiya li ser jinê tê zanîn. Li her derê cîhanê di roja 25’ê Mijdarê de jin da dikevin qadan. Îsal jî van xwepêşandanan re jinên Rojava pêşengtiyê dikin. Taybet jinên ciwan rojan pêş daketin qadan û rojan e li ser piya ne.
Îro jî Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo ji bo 25ê mijdarê çalakî kirin. Bi boneya salvegera hatina tekoşîna li dijî tundiya ser jinê, Yekîtiya Jinên Ciwan îro li bajarê Qamişlo çalakiya rêgirtinê kirin.
Li Çarxoriya Sonî jinên Ciwan nêzî 30 deqeyan rêgirtin û ji bo balê bikişînin ser tekoşîna Xuşkên Mîrîbal broşûr belav kirin.
Çalakiya ku ji aliyê şêniyên herêmê ve jî rastê eleqeyeke mezin hat de herî dawî li wargeha ciwanan semînerek di derbarê tûndiya li ser jinê hat dayîn.