NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê rêveberiya Konseya PKK’ê Murat Karayilan bû Mêvanê Stêrk TV’yê. Roportaja ku
Îro beşa yekemîn hate parvekirin bi tevahî wiha ye:
Ji bo salvegera 43’yemîn partiya karkerên kurdistanê hûn çi dibêjin?
Ji bo 43’yemîn salvegera partiya me li avaker û kedkarên mezin û Rêber Apo pîroz dikin. Girêdanî û silavên xwe pêşkêş dikin. Em salvegera partiya karkerên Kurdistanê li tevahî gelê kurdistanê, dostên gelê kurdistanê, li tevahî gelên herêmê, hevalan û xebatkaran ve pîroz dikim.
Di sala 44’yemîn de di xebata şoreşgerî, xebata pîroz de bû hemû kesî serkeftinê dixwazim. Dîroka PKK’ê a 43’ê salan destaneke. Di dîroka gelê kurdistanê de peleke zêrîne û dîrokek mezine, ev bixwîn hate xemilandin. Bi berxwedan çêbû, ez tevahî şehîdên şoreşê di şexsê rêheval Heqî Qerar de bi bîrtînim, û soza ku em daye wan em dûbare dikin. Cardin meha mijdarê mehekî girînge, meha avakirina partiyê ye. Di heman demê de meha şehîdane jî. Ez tevahî şehîdên meha mijdarê di şexsa Rêheval Delal Amed, Reşîd Serdar û Şîlan Kobanê de bi bîrtînim.
Mirov di derheqê avabûna PKK’ê de çi bêje wê kêm be. Piştî serhildanên ku li Kurdistanê hatin pelixandin, dewleta Tirkiyeyê li çiyayên Agiriyê merselekî temsîlî çêkir û petûn kirin. piştre jî gotin “Kurdistana xeyalî di vir de ser wê hatiye girtin.” PKK’ê weke ew Kurdistana mirî ew tirba ji betûn jê derket û rabû hem jî bi hêz rabû. Avabûna PKK’ê çîrokek wisa ye. Yanê kurdê ku bi qirkirin û kokujiyê ve hatiye pelxandin, piştî bi siyaseta şerê taybet hatibû helandin û ber bi tunebûnê ve diçû. Derketina Rêber Apo û avabûna PKK’ê çêbû. Ev gaveke dîrokî û mezine.
Di esas de ev ne avabûna partiyekê ye, tiştê ku di 27’ê Mijdarê de li gundê Fîsê li Lîce çêbû û biryara hatî girtin di cewher de biryara hebûnê û berxwedana netewî ye. Li ser vê esasê partî hatî avakirin. Ango partî ji bo ku berxwedana netewî bi rêve bibe hatî ava kirin. li hemberî siyaseta qirkirin û asîmlasyonê çareseriye. PKK’ê ji bo berxwedanê avabûye. Ji ber vê yekê zayîneke mîladî û dîrokî ye. PKK’ê bi xwe re li kurdistanê pir tişt guhart. Fikir û ramana Rêber Apo di Kurdistanê de weke ronansansek pêşxist. Ev bê bawerî, bê hêvîtî û nezantî û ji kurdîtî dûr ketin. Li hember wê fikira Rêber Apo her tişt guhart. Bi taybet piştî dema şikandina tevgera Başûrê Kurdistanê li tevahî Kurdistanê bê hêvîtiyek çêbû.
PKK’ê partiye ku çend kes li hev kom bûne û çêkirine nîne, partiyeke ku serokbûniye, yanê serokek derketiye û fikrek pêşkêş kiriye. Heval jî wisa li derdora wê fikirê kombûne û bi vê awayî gihîştine partîbûnê. Li ser vê esasê di nava civaka kurd de piştî pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê berxwedanên ku pêşketî û beriya wê di zîndanan de berxwedanên ku çêbûne van hemûyan bi hev re di kurdistanê de guhertineke cuda û bingehîn çêkirin. Weke guhartina jiyan hevbeş, jiyana azad û jina azad çêbû. Beriya wê jin li Kurdistanê weke ku tuneye dihate hesibandin, lê îro jin hêza herî li pêş û pêşenge.
Rêber Apo di nava komê de têkikiyên rêhevaltiya rast bi pêşxist. Hin têkiliyên ku bi ser têkiliyên xwişk û bira re bû. Ji ber vê yekê dema ku Hevalê Heqî bi komployê tê şehîd xistin, di nava komê de girêdana bi xeta şehîdan ve hîn zêdetir bi pêşket û biryara partîbûnê hîn misogertir bû. PKKê çeka xwe ya yekemîn ji bo tolgirtina şehîd Heqî Qerar girtin destê xwe. Beriya wê zêde çek nîne ema ji bo ku tolê rake çek jî rakiriye. Di heman demê de ev xeta şihadetê di nava PKK’ê de rihê rêhevaltiyê pir xort kir. PKK’ê bû malbateke netewî, şoreşgerî û demoqratîk. Ji ber vê yekê însan ji malê xwe qut bûn û tevlî PKK’ê bûn. Di Kurdistanê de ev tiştekî nû bû ji her kesî re cuda dihat.
Beriya derketina PKK’ê pir kesan cesaret nedikir ku navê Kurdistanê bînin ser ziman. Serokatî bi du peyvan dikeve rê bi peyva “Kurdistan Mêtîngere”. Me bi vê gotinê xwe zane kir û em meşiyan. Jiyan û fikira PKK’ê bi xwe re tirs kuşt û li hemberî wê bi cesaret bûn. Niha jî her PKK’îyek bi cesaret û îrade bû. Bi kurtayî PKK’ê rihek ava kir û bi vê re têkoşîn meşand. Li hember PKK’ê her cure êrîşan bi pêşket û komployên navnetewî bi pêşket. Dixwastin ku PKK’ê lawaz bibe û tesfiye bibe. Lê belê nikarîbûn pêşiya PKK’ê bigirin her ku çû zêdetir geş bû û heya roja îro hat.
Wateya tecrîd û îşkenceya ser Rêber Apo çiye ?
Rêber fikirekî nû temsîl dike, ji ber vê sîstema Îmralî çêkirin û xistin nav de. Ji xwe Rêber Apo ne girtiyê Tirkiyê ye, hemû hêzên komploger girtin û dan Tirkiyê. Sîstema Îmralî wisa avakirin ku êdî Rêber Apo nikaribe bifikire. 14 salan Rêber Apo bi tena xwe li wê derê bû û tu kes pê re nediaxivî, ji bo ku wî asteng bikin. Sîstema Îmaralî sîstemeke dijware. Bi rêbazên cur bi cur heman sîstem heya niha berdewame.
Ev komploya li hember Rêber Apo li hember Heqîqet û hebûna kurdê azade, ji ber vê dijmin bi tolgerî nêzî Rêber Apo, PKK û kurdê azad dibin. Li Tirkiyê heya sîstema faşîst hebe demoqrasî nayê Tirkiyê. Beriya her tiştî Îmaraliyê hiquq, exlaq û pîvan ve nîne. Sîstema faşîst ya li Tirkiyê ya ku pêşengetiya wê AKP – MHPê ve dike bingeha xwe ji zîndanan digire, destpêkê di zîndana de destpêkir û piştre û bû sîstema dewleta Tirkiyeyê bi giştî. Bi kurtasî ev tiştê ku li Îmralî hatî avakirin û meşandin îro li tevahî Tirkiyeyê serwer dibe. Ji bo ku hiquq were Tirkiyê divê destpêkê ev sîstema Îmralî were rakirin. Sîstema ku îro li Îmralî tê meşandin cudayî hemû şêwazên ku li zîndanên tên tê meşandine. Lê hîn zêdetir êrîşên pîskolojîk û yên ku dixwazin mirovan ji heqîqetê derbixîne tên meşandin.
Niha li hember zilmê ku li Îmralî û tevahî zindan dibe berpirsyariya me heye. Ger me tam di dema xwe de erka xwe kiriba faşîzmê wê rê nedîtiba ku mêtîngeriya xwe pêkanîba. Îro li tevahî zîndanan li hevalên jin û yên xort jî heqaretê dikin û bi rûmeta wan hevalan dileyîzin. Em di bin berpirsyariya wê de ne ev heqîqeteke. Heman berpirsyarî li ser milê gelê me ye jî. Gelê me yên ku xwedî dîrok di salên 90’î de li Bakurê Kurdistanê serhildanên ku destpêkiribûn niha kêmin. Dijmin ji vê jî derfetê dibîne.
Hemû kesên welatparêz, jin, ciwan divê êdî têkoşîna xwe ji salonan derxînin kolana, raste têkoşîna salonan heya cihekî wateyeke xwe heye lê divê wisa jî nemîne, divê ku xwe bispêre pîvanên civakê. xwe nespêre pîvanên sîstema faşîst. Hewcedarî bi deng derxistinê heye. Ji ber ku ewqas îşkence li ser Rêbertî, hevalên me heye û li ser gerîla jî kîmyesalan bi kartîne. Lê gerîla hîn jî li berxwe dide. Yanê li hember me şerekî bê bext û tirsonek dimeşîne. Li hemberî van tiştan di vê gelê em vê deng nemîne. Gelê me xwe birêxistin bike. Di serî de jî Amed û Botan li hember van kiryarên dijmin ne zîndanan û ne jî gerîla bi tenê bihêle. Divê xwe li dor xeta Rêber Apo birêxistin bikin. Li hember dijmin îradebûna xwe deyîne holê. Ev jî bi têkoşîna li kolanan re dibe. Gerîla têkoşîn û berxwedana xwe bilind kiriye, lê belê lingê wê yê din ya gel kêm maye. Em êdî ji dijmin re bêjin bese.
Sala 43’yemîn çi encam derxist holê ?
sala 2021 an jî weke partî sala 43’yemîn di şerê gerîla de bû saleke nû. Hem di aliyê rê, rêbaz û tektîk de û hem jî di aliyê berxwedaniyê de pêngaveke cuda bû. Di sala 43’yemîn de di şerê gerîla de rihê PKK’ê xwe da jiyan kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwazin bi antî-propagandeya ser tevgera me xwe înşa bikin. Lê di heqîqetê de rewşa wan pir cuda ye. Ji ber ku di Bakurê kUrdistanê de encam negirtin, pilan kirin ku tevahî bergehên me yên li Başûrê Kurdistanê ji holê rabikin û em ji wir derxînin. Piştre bi êrîşên hewayî xwastin ku encam bigirin lê dîsa jî dîtin ku encam nagirin, vê carê kîmyasal bi karanîn. Hêvî dikirin ku bi kîmyasalan bi serbikevin. Pilana wan ya 2021 bi ser neket. Nexwaşiyên ku niha di hundirê sîstemê de çêdibin sedema xwe ev binketina wane. ger bi serketibana wê xwe li cihê em bi cih kiriba, hevalên pêşeng tesfiye kiribana û desthildariya xwe heya 5 salên din jî mayîn de kiriba, lê belê ev pilanên wan me xirab kir. Yanê li ser kuştina me dixwastin ku xwe ji nûde ava bikin û temenê xwe dirêj bike. Şerê ku gerîla meşandî ji bo Tirkiyê bûye şerê demoqrasiyê.
Sedema aloziya aborî ya li Tirkiyê ev şerê li hember Gerîla ye ?
Ev Rêjîma AKP-MHP’ê dixwaze li ser esasê dijminatiya kurd desthildariya xwe bidomîne. Bi kurtasî ev Rêjîm ketiye nexwaşiya dijberiya kurd û hemû tiştê xwe di vê de xerc kir. Yanê sedî bîstê dahatê Tirkiyê di şer de tê mesref kirin. ev pere jî hemû ji gel gundî û karkeran ve tên. Piştre jî li hemberî gelê kurd hemû xerc dike. Ji bo vê her kuştina ciwanekî Kurd serkeftina xwe dibînin. Tiştekî din jî ya balkêşe heye ew jî di niha di Tirkiyê de zîndan şeş qatî berê zêde bûne, polîs zêde kirin û teknîkên xwe bi pêşxistine dîsa hemû tiştên xwe di vir de xerc dike, ji ber vê hemû gundî û karkerên Tirkiyê birçî mane. Malbat nikarin debara xwe bikin çima? ji ber ku hemû aboriya xwe di şer de xerc dikin, û vê şerê jî li dij em dikin. Bi kurtasî pergala heyî di warê siyasî, civakî û aborî de xetimiye. Lê ew nikairn me tune bikin ji ber ku me civakeke bi hêz û xwedî îrade ne.