AMED – Ji 27’ê Mijdarê wek taybetmendiyên avabûyina xwe ne tenê partî ye. Di şexsê gelê Kurd de bi tiştên ku afirandiye û derxistiye holê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê hêviyek e. Bi vê munasebetê her sal di 27ê Mijdarê de li gelek deverên cîhanê bi taybetî li Kurdistanê şahiyên curbecur tên lidarxistin.
Îsal jî pîrozbahiyên bi pêşengiya ciwanan beriya niha bi rojan berê dest pê kiribûn. Bi taybet çalakiyên ku jinên ciwan pêşengiya wê dikin balê dikişîne.
DGK-H’ê li gelek navçeyên Amedê sala damezrandina PKK’ê bi nivîsan silav kir. DGK-H’ê ku li gelek navçeyên Amedê li ser dîwaran nivîsand PKK gel e, PKK hêvî ye û hwd. DGK-h’ê diyar kir ku ew ê bi çalakiyên cur bi cur ên li Amedê xewa TR’ê a tirsnak birevînin.