NAVENDA NÛÇEYAN – Di 27’ê Mijdara 1978’an de gavên destpêkê yên dîroka destana ku wê li gundê Fîsê yê Amedê bê nivîsandin tên avêtin. PKK, tevî kesên ku di 27’ê Mijdarê de digotin “Kurdistan li vir xeniqîne” bi şikandina kefenê bû dîroka vejîna gelê Kurd. PKK di 44 salan de ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêviya azadiyê.
PKK di şert û mercên awarte de bi şoreşên mezin derketiye holê û bi ked û fedekariya şehîdan hatiye heta roja îro. Rêberê gelan Abdullah Ocalan bi gotina ‘PKK partiya şehîdan e’ ji bo PKK’ê ev rastî derxist holê.
Weke Ajansa Nûçe Ciwan bi boneya 44’emîn salvegera PKK’ê hest û ramanên malbatên şehîdan wergirtin.
Em di destpêkê pîrozbahiya PKK, li SEROK APO, li gelê Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê û li Gerîllayê serê çiya piroz dikin. Ez jî wek dayîka gerîlla AZÊ AZAD. Ez bangawazî dikim ji bo ciwanê me ji bo zarokê me pêwîste em xwedî li welatê xwe, li Serokê xwe, li axa xwe derkevin. Çi ji destê me tê pêwîste em texsîr nekin. Pêwîste tişte em dikaribin em bikin. Serî de em bêjin, em axa xwe bernedin. Welatê me, welatekî pîroz e. Bi xwîna şehîda ava bû ye. Daxwazîya me ji ciwanê me ye ku tiştê ku em karibin bikin, tevlî bibin. Kar û xebatê xwr xurtir bikin. Serokê me ye ku 23 sal r ji bo yî me di zindanê de ye. Em hîn jî deyndarê Serok APO ye. Ez wek dayîka gerilla, min keça xwe kir xelat û da Serok APO û hîn jî ez deyndarê wî me. Ji ber ku me hîn tiştek ji bo Serok APO tiştek nekiri ye. Wî canê xwe, rihê xwe, jiyana xwe giş ji bo me kir lê em jî tiştê ji destê me bê pêwîst e em bikin. Ji kezebê şêrîntir tine lê hîn jî em deyndarê wî ne. Bangawazîya min ji bo yî hemû dayîka, ji bo hemû dayikê me yî şervana! Pêwîste em xwedî li Serokê xwe derkevin. Çalakî be, kar û xebatê din be, çi ji destê me bê pêwîste em bikin. Di dawiyê de cardin dibêjim! Ciwanê me li xwedî welatê xwe derkevin. Ciwanê me pêwîste tevlîbûna wan zêdetir bibe. Na welle dema ku ciwanê me tevlî bibin û dayîk bibêjin ” na welleh em napejirînin an jî nabe” ez ji wan dipirsim! Ger em nedin, wê ki bide? Dema ku em zarokê xwe nedin, em çima doza vî welatî dikin? Pêwîste tiştê ku ji destê me bê, em bêjin em dikarin! Disa ez dibêjim wek dayikek Gerîlla, bangawazîya min ji hemû ji dayîk û bava he ye. Nekevin pêşiya zarokê xwe. Pêwîste em xwedî li welatê xwe derkevin. Em welatê xwe bernedin. Em neçin welatê biyanî. Silav û hurmet ji bo hemû gelê Kurd. Cardin dibêjim, ji bo Serok APO, ji bo Gerîllayê serê çiyan, her çar parçeyê Kurdistanê û gelê ku li me guhdar dike silav û hurmet. Taybetî ez destê dayîk û bavê Şehîd û şervana maç dikim. Şehîd ji xwe di dilê me de ye û şervanê me serê me bi wan bilind e. Pêwîste serê me ji ber bilind be lewra parastina me hemû ew in. Di dawî de dibêjim sersala me pîroz be, silav û hurmet.
Îdrîs Elî Îbrahîm jî wiha got:
Navê min Îdrîs Elî Ibrahîm e. Wek ku malbatek şehîda, ez apê 2 şehîda me. Apê Elî DIRÊJ û Amargî CÛDÎ me. Demek nêz, wek 10 an 15 roj e şehit bûn. Di destpêkê ez xêrhatina we dikim û spasiya we ji bo vê hevpeyvînê dikim. Nêzîkbûna sersala damezirandina Partîya Karkerên Kurdistanê ya 44 emin em li tevahiya gelê Kurd pîroz dikin. Serî de li Serok APO, malbatê me yî şehîdan û sazî ye me pîroz dikin. Ji ber ku ne salvegerek normal an jî hêsane,teqînek jiyanê bû. 1978 de 27 ê Mijdarê teqînek çêbû wek partiyakê di nava gelê kurd. Cara yekem tevgerek vi rengî derket. Ji bo ku fikir û raman bikeve pratîkê helbet lêkolîn jê re dixwaze. Ji ber ku dijminê me, dijminekî hov bû û dikaribû hemû serhildanê gelê Kurd bi rêbazekî hovane û wehşet binpê bikira û gel qir bike. Digotin edî gelê Kurd wek darek hişk e. Me şoreşa gelê kurd xist 7 qat bîne erdê. Edî nema gelê Kurd dikare serê xwe rake. Li Tirkîyê darbeyek leşkerî çêbû ji bo ku bikaribin gelê Kurd û yê şoreşger bikaribin bigirin. Ji bo em vegerin girîngiya vê, di warê siyasî de mafê gelê kurd pir hatibû çilmisandin û ditirsiyan ku bêjin ez Kurdim. Fedî dikirin ku ji zimanê xwe, ji stranê xwe û heta cil û bergên xwe. Ji Rêber APO re digotin ku ” tu wek bîrekê bi derzîyê bikole” an ” Hebûna gelê kurd wek ku tu çawa tovekî biavêje ser kevir û şîn bê”
Helbet ked jê re dixwest û ew ked hat dayin.
Salvegera damezirandina Partîya Karkerên Kurdistanê ya 44 emin ger em binirxînin seat, roj, heyv u sal têr nake. Her gavek û her fişekek mirov dikare bi seata ser biaxivî û binirxîne. Em bi seatan, rojan û bi salan nikarin damezrînerê rêxistinê wek Rêheval Mazlum DOXAN, XEYRÎ DURMUŞ, HALÎL ÇAVGUN, FERHAT KURTAY û seda hevalê me yî ku iskence dîtine, em nikarin kêliyek wan bînin ber çav û fahm bikin. Ez serî de spasîya Serok APO û rêhevalê wî, şervanên şoreşê û şehîdên cenga azadiyê dikim. Sersala damezrandina PKK li hemû gelê Kurd û gelê cîhanê yê ku azadî xwaz pîroz dikin. Inşallah di salê pêşî gavên serkeftîtir bê avitin. Ger ku pirsgirêka gelê Kurd di rojhilata-navin neyê çareserkirin, êwe rojhilata-navin her tim di vê aloziyê de bijî û hertim wê nakokî hebe. Ez spas dikim. Silav û rêz ji we re.
Bedîa Mistefa wiha axivî:
Navê min Bedia MISTAFA ye. Ez ji Serêkaniyê me. Malbata Şedîd Sîpan ŞAHÎN im. Ez sersala Partiyê li Serok APO û li şehîda pîroz dikim. Ev 43 e dikeve 44 sala ev partî hatiye avakirin. Berî wê de seda partî hatiye ava kirin lê her tim bi destê dijmin têk çûn. Fikira Serok APO, hevalê wî û destgîrtîyê wî ku wek Kemal PIR, wek Mehmet Hayrî DURMUŞ, Mazlum DOXAN hiştin ser linga bisekinin û hezaran keç û xort di wan çîyayê azad li derdorê xwe vehewandin. Li gund û bajaran her kes bu şopdarê rêya wan, fikrê wan girt û di rêya wan de çûn. 44 salê wan e li wan çiyayan berxwe didin, li xwe zêde kirin û kêm nekirin. Iroj ji li vir, Rojavayê Kurdistanê dijmin napejirîne ku fikir û ramanên Serok APO bimeşe. Ji ber vê, li vir tek çûne û êwe her têk biçin. Lê em bêhtir dibin lê kêm nabin, ber ku ciwanên me berxwe didin di wan çîyayê azad de. Yê ku zarokê me parastiye jî ew çiya û çekê wan û kesê li derdora wan e. Dijmin xwest wan tune bikin û têk bibin. Lê ji ber berxwedana Gerîlla em gihaştin vê astê û me wan têk bir, tune kir û êwe her dem tune bibin. Bi xêra wan gerillaya iroj em li vir dikarin bijîn û bi xêra ean em berxwe didin û li cîhanê tên naskirin. Iroj her kes me nas dike, her kes dizane gerîlla çi kar û xebat kirî ye bo vî gelî. Li hember vê çavê dijmin bar nabe. Bi çekê xwe yî herî giran û teknolojîya herî bilin, çekên kîmyewî yê ku qedexeyê li ser Gerîlla kar tînin. Lê li hember vê berxwedana gerîlla dijmin hîn jî nikarî yek gav pêşbikeve û her paş diçin. Êrîşî kîjan çiya kiribe li wir şikestî ye. Ji ber hêzek gerîlla heye, firiek heye, iradeyek heye. Çekê gerîlla ku yê mezin, teknolojîk û pêşketî tuneye. Çeka wan ya herî mezin fikir û ramanên Serok APO, iradeya wan û hezkirina Kurdistanê ye. Bi vî fikir û ramanî, bi vê hêza îradeyî li hember cîhanê derketî ye. Ne tenê li hember dewletekê ye, li hember hemû cîhanê sekinîye û xwe ispat kirî ye ku dibêjin ” Va em Kurd hene û em tu carî em radestî napejirîn in”. Emê li berxwe bidin heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe û emê vam çiya biparêz in. Gav bi gav Gerilla ser dikeve lê dijmin her tim dişkê. Ji ber ku xayîn in, rûyê wan reş in, li hember Gerilla nikare serkeftin bi dest bixin. Gerîlla parastina vê axê dike, parastina zimanê xwe dike, parastina gelê xwe dike. Ne tenê parastina gelê Kurd, kî dibe bila bibe ger bindest be Gerilla li hember wan sînge sîng şer kiriye, çû ye şahadet ê. Li Şengal, li Kerkûk, li Rojava şer dike û dibêje her gelê bindest biparêzin û ji bindestiyê rizgar bikin û biparêz in. Bangawazîya min ji ciwanê her çar parçeyê Kurdistanê heye! İroj li çiyayan dijmin êrîşî xwişk û birayê we dikin û gerîlla berxwe dide. Hember dijmin serî rakin, parastin û alîkariya xwişk û birayên xwe bikin. Iroj hebûn û tunebûna Kurda ye. Ne ew Gerîllayê serê çiyayan ba jî rastî iroj kes li vir û her çar parçeyê Kurdistanê ne dima. Iroj yê me diparêzî ew in. Serokatî dibêje ” Bi ciwana destpê dike û bi ciwana jî serdikeve”
Ne ciwan bi rastî jî em nikarin gavekê biavêjin, piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe, ew jî zarokê vî gelî ye, zarokê me ye û hetanî ji me were jî emê piştgiriya wan bikin û heta niha jî di dilê me da ne, em wan bernadin. Heta ku dilopek xwin di laşê me de be jî emê bi zarokê xwe re bin û piştgirî bidin ku li hember dijmin. Emê jî bi zarokê xwe şer bikin sînge sîng li hember dijmin.
Silava BRAHÎM jî wiha got:
Hûn xêr hatine.
Ez Silava BRAHÎM. Dayîka Bêrîtan im. Salvegera PKK de Serokê xwe û gerîlayê xwe pîroz dikim. Keda ku gerîlla dide, li hember êrîşa dijmin yê ku bi çekê herî giran emê bi serkevin. Ev Êrîşê dijmin kir jî nikaribû bi serkevin. Û nikarî bû encam bigire û şûn de kişîyan. Li çiyayê Kurdistanê berxwedanek dîrokî û bêhempa tê meşandin. Em bi hêvî ne ciwanê me li vê berxwedanê xwedî derkeve, li gerîllayên me xwedî derkevin. Piştgiriya Gerîllayê me bernedin, piştigiriya bernedin û gerîlla tenê nehêlin û şopa şehîdê me bişopîn in.