NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku roja 24’ê Mijdarê saet 22:00’an li hemberî mala kesê “faşîst” yê bi navê S.K ku li Taxa Tîre-Paşa ya Îzmîrê dijî çalakiyeke sabotajê lidarxistiye.
HBDH’ê diyarkiriye ku di encama çalakiyê de mala wî kesî şewitiye û bûye xwelî. Her wiha hêzên wan bi rengekî saxlem vegeriyane baregehên xwe.
Di daxuyaniya HBDH’ê de her wiha hatiye gotin ku hemû çeteyên faşîst di bin kontrola wan de ne û ragihand, “Bi qasê 6 mehane ku hemû fealiyetên ûnsûrê faşîst S.K yên pêkanînî di bin çavdêriyê de hatiye girtin.”
Di daxuyaniyê de her wiha HBDH’ê salvegera 43’mîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir û got, “PKK ne li bajêr û ne li çiya xelas nebûye, lê faşîzma AKP-MHP’ê hildiweşe, ber bi dawiya rê tê.”