SILÊMANÎ – Zanîngeha Silêmnaniyê û Polîteknîk ya Silêmaniyê û Helebce ji bo 4 rojan û Zanîngeha Raperîn û Germiyan jî heta destpêka meha Kanûnê xwendin da rawestandin.
Li Herêma Kurdistanê ev çend roj bûn xwendekaran ji bo xerciya mehane were dayîn û rewşa yurdan were başkirin xwepêşandan dikirin, piştî van xwepêşandanan Zanîngeha Silêmnaniyê û Polîteknîk ya Silêmaniyê û Helebce ji bo 4 rojan û Zanîngeha Raperîn û Germiyan jî heta destpêka meha Kanûnê proseya xwendinê dan rawestandin.
Wê Silêmaniyê û Helebce xwendekarên zanîngehê 4 rojan neçin zanîngehê û xwendekarên Zanîngeha Raperînê heta 2’yê Kanûnê û yên Germiyan jî heta 1’ê Kanûnê neçin dewamê.