Rêber Apo
Ji gavavêtina pêşî heta îro, doza me ya partiyê ya mezin navekî pêvajoya jiyaneke destanî ye ku li Amedê gundê Fîsê bi komeke nedihate zanîn ku çi ye û wê bibe çi, bi daneheveke ne zêde, angaştên ne pir pêşketî. Bê guman raboriya dîroka partiya me jî heye. Bihara 1973 an, rewşa tovgirtinê ya partîbûna me di asta jêrtir de bû. Ev gaveke cidî bû û piştî vê yekê di wateya her sala avabûnê de cihekî wê yê wiha heye. Çawa ku her bihar ji bo şînbûn, şitil bûyîn û tovgirtinê destpêka jiyaneke nû be, di her sala partiya me de jî misoger wateyeke wê ya wisa heye. Hem her sal şîn dibe, aj dide, tov dide hem jî ne tenê ji bo salekê, di sala duduyan de berhemeke cuda û ya sisiyan de jî hê cudatir û hê zêdetir berheman dide. Niha berhemên wê cur bi cur in hem jî heta bêje bi çawanî ne in. Me PKK ji bo vê dewlemendiyê heta îro anî. Têkoşîna me ne tenê berhemê rizgariya neteweyî, ne tenê berhemê partiyê, ne tenê berhemê şer e, gelek berhemên mîna van dide. Îro berhemên ji bo sosyalîzmê jî xwedî angaşt dide, berhema azadiya jinan dide. Li hember wê hemû dinya bibe yek jî, derfet û berhemên bidest xistina azadiyê dide. Ev yek nirxên mezin in ku kesên di doza partiyê de xwedî angaşt in divê weke xezîneyên bêhempa bibînin, binirxînin, bi hêvî û helwesta serkeftina bêsînor xwe bi çek bikin.
Heyamên dîroka partiyê, her sal û heta her saetên wê hene. Her saeteke wê misoger ji yên din bi nirxtir e. Weke xelekên zincîrekê û weke stûneke helezonî tim hilpaskî esmanan be, tim hev pêş de dibe, heta bigihîje mebestan xwe sekn û rawestinê nizane, qutbûn nîn e, bêpergalî nîn e, tempo û şêwe qetî ye, qasî ku dijmin nikaribe xwe bigihînê û nikaribe belav bike bi hêz e. Kingê ku em weke tovekê hatine çandin, ji bo pûç nebe çi hewce be hatiye kirin, a herî girîng ji dijmin hatiye parastin. Yanî ev tov ji hişkbûn û pûçbûna li ber bayê hatiye parastin. Ev yek, bi pûtepêanîn û lêxwedîderketina weke zarokên dayikekê zêdetir bi parastinê pêk hat. Me xebata bîrdozî ji bo wê li dar xist. Me ji bo ji xetereyan dûr bixin veşartî girt û ev yek bi serkeftin pêk hat. Pêvajoya pêşketina bîrdozî pêvajoyeke nebe nabe bû. Berê li ser gel tenê şerma ji xwe hebû. Civak heta radeya kesan parçe bûbû û ji ber vê yekê qels bû. Di nav civakê de angaşt, biryar û hatina cemhev tu car tune bû. Bira jî bira qebûl nedikir û saetekê nikaribûn cem hev bisekinin. Pêngava me ya bîrdoziyê ji bo dawî lêanîna vê yekê bû. Lênêrîneke li ax û mirovên me bû ku bi salan hatibû înkar kirin û dihate gotin, “Ez careke din nikarim bêm cem te, ez careke din bi te re nikarim bijîm”. Kesên ku berê weke xayîn li hev dinêrin, destpêka dîtina wan weke dostan bû. Kesên ku li hev xerîb û biyanî bûn, hatina ber bi nasîna hev bû. Rastiya bîrdoziyê ev e û ev nêrîn pêk hat.
Serkeftineke encamî tê û derbas dibe, dibe ku pey vê yekê têkçûn jî bibe lê di bingeha partî bûneke berfireh de serkeftin heye û ev serkeftin domdar e. Kesê ku berfireh bi partî bibin heta serkeftina encamê bi ser dikeve. Ji ber wê israra di kesayeta serkefinê de, berî her tiştî xwe gihandina hewceyî ya partîbûnê ye. Ji bo watedayîna vê yekê zêde hewceyî bi gotinê re nîn e. Li pratîka min binêrin; di cihekî teng de, bi rêvebirina me ya xebatên partiyê bi derfetên pir kêm îro em anîne ku derê, gihandine ku derê. Serkeftinên me çiqas in, hûn dikarin hesabê wê bikin? Mijara herî bingehîn a hûn ji dîroka partiyê hîn bibin; sirra her serkeftinan di partîbûnê de ye, biryar dayîn û israra xwedî pîvan, şêwe, tempo û exlaqê partiyê ye.
Birêxistinbûn dest bi meşê kirin e; piştî pêkanîna perspektîfê û tespît kirina hewcedariyan meşa ji bowê ye. Meşa ber bi axê û gel bi yek kesî na, ancax birêxistinê dibe. Em bi nêrînên xwe lihevkirî bin, em ê bi kesên ku em hewce dibînin re tev bimeşin. Azadî ji bo gelekî ye, ji bo her kesî ye û ji bo vê divê her kes bimeşe.
Bi hatina salên 1980 an re, ber bi axê û xwe gihandina gel kêm zêde pêk hatibû. Ev yek dihate wê wateyê ku em ji asta bîrdoziyê hatine asta polîtikayê, polîtîkaya me rast e, meşa berbi gel pêk hatiye û di wateya polîtîk de êdî şerê azadiyê dest pê kiriye. Hêza ku perspektîf tunekiriye û dibêje, “Welatê te tun ye, gelê te tune ye” kengî ku dît perspektîf pêk hatiye û polîtîkayê dest pê kiriye, ji bo heta ku ferdekî me bimîne me tune bike li dijî me heyameke faşîst da pêşxistin. 12ê îlonê dawiya dawî tevgereke tunekirina vê perspektîfa me û meşa gel e. Ev şer, şerekî mezin û taybet bû. Kengî ku dengê lingê 12 ê îlonê hat em derbasî derveyî welêt bûn. Ji bo meşa me qut nebe ev textîk bû. Dema dengê lingan ji dûr ve dihat, me ji ber çi ev gav avêtin, divê textîsyen ji xwe bipirsin. Seh kirina hesta berpirsiyariyê ev e. Ji bo ku ev perspektîf tune nebe û ev meş qut nebe dilên me çawa bê navber diavêt gelo hûn ê bikaribin bifikirin?
Divê demê de eger ez bihatama girtin, ê ku bisekiniya wê tenê dilê min nebûya, dilê gelekî bûya; awirên ku bihatana tarî kirin tenê wê ne awirên min bibûna, , awirên gelekî ku diviya li ser axa xwe bi awayekî azad û neteweyetî binêriya bûya. Ji bo vê min xwe parast; ji parastin û jiyandinê jî min textîkê xwe ji kuna derziyê re derbas kir û pêk anî. Ji bo vê jî nedibû ku ez xwe bavêjim erdê û xwe terkî mirineke erzan bikim. Çimkî çavên min ên dîtinê, êdî çavên dîtina gelekî ne, dilê ku diavêje dilê gelekî ye. Min ê çawa îxaneta vê yekê bikira! Eger rastî wiha be, milyon di dilê we de diavêjin, çavên we çavên milyonan be û berz bibîne; ew kes nikare bisekine û nikare xwe nedîtinê dayne. Em wiha jiyan. Angaşta partiyê ya ji bo perspektîfê û meşa bê bêhn vedan wiha watedar e. Me pêşveçûn wiha domand. Şerê taybet ê li hember me mîna bahozê bû. Ez pir baş dizanim ku hêza li pişt şerê taybet wiha digot, “Me hezar sal in ew bi erdê kirin yek; lê hê nemirine, di nav de yên serî hildane û dibêjin ‘Ez dixwazim bijîm’ serê wan biperçiqîne.” Dîroka wan a hezar salî ev li wan ferz dikir. Tenê ji bo vê dîroka reş ji tengasiyê xilas bikin pêleke êrîşê zêde kir, bi dijûn, bi metodên di dîroka şer de nehatine dîtin, xwe bidê ha bidê. Divê ez vê yekê diyar bikim kesên ku bêjin, “ez dixwazim şer bikim, ez ê bibim gerîla”, eger hurmetê nîşanî me û xwe bidin, divê pêşveçûna dijmin a bi vî awayî pêl bi pêl bibînin.
Piştî salên 1990 an, gel bi wêrekî rabû ser piyan û ket nav têkoşînê. Di heyama serhildanan de hejmara ARGK ê ango artêşa me bi lezgînî derfeta ber bi pêncî hezaran berpê bû, êdî ev yek ji dilê me difûriya û me ji bo xebatan sînor nas nedikirin. Ez di qada xwe ya teng de çar hezar kesî perwerde dikim. Hûn li welat in, ref bi ref şervan tên her herêmên welêt. Dijmin hê nû ji bo van salan mikur hat, “di sala 1992 an e me Kurdistan winda kiri bûn.”
Bilançoya min a salane; tenê li vê qadê hewldana gihandina hezaran ne berjêrtir şervan û kadroyên PKK ê û barê ser helbet bi çek kirina van jî. Di cîhanê de tenê di dîroka yek tevgera rizgariyê de hatiye dîtin? Rêberên li hemû qadên derveyî welêt xebitîne, kesên ku bi rêxistin kirine hejmara wan nagihîje sedî. Lê belê di vê domana demê de tenê bi destên xwe min sîh hezar kesî zêdetir mirov têgihandin. Dijmin şerê xwe bi min re kir, we jî bi giranî li hember dijmin şer kir. Em li ser vê yekê keda we înkar nakin, berevajî vê em hewldana we ji we zêdetir teqdîr dikin. Hatina radeya dînbûnê ya dijmin bi şêwe û terzê min pêk hatiye.
Şerê me yê mezin ê mirovahiyê, bi înat xwe anîna me ya mezin a heta vê derê eniya dijmin parçe kir û şerkarên qirêj di nav xwe de anî radeye weke barekî nayê kişandin. Dijmin ji hev dikev, eger hûn bi helwestên xwe yên çewt nebin alîkar wê têk biçin. Ev jî têkçûneke wisa ye ku nikaribin jê birevin. Hûn zêde wetiyayî nîn in, gelek ciwa in û di wê rewşê de ne ku dikarin gavên pir xurt bavêjin. Hûn hem xwedî şansekî mezin in hem jî serwerê derfetê şer in.
Doza azadiyê wisa ne hêsan e. Pêvajoya dîroka vî şerê navlêkirinê pêvajoyeke wisa ji rêzê nîn e. Ramana bi du peyvan a vê têkoşînê ez kirime nav kelecaneke mezin û têkoşînê wisa dest pê kir. Îro gava ku serkeftin ev qas ber bi pêkhatinê çûye, ma mirov dikare bê kelecan bisekine, bêyî êrîş radiweste, bêyî feraset dibe? Ev dem dema firîna bi baskên eylo û bazan e. Ev dem ew dem e ku dil heta dawiyê diqîre û dema ku mafê jiyanê bi vî teşeyî tu deman xwe ferz nekiriye. Ev dem demên cejna ne. Em tenê ji bo mebestên neteweyî têkoşînê nadin, sosyalîzma me bala gelên cîhanê dikişîne. Li ser rewşenbîrên welatên kapîtalîst ên herî paşverû jî hêviyekê çêdike. Bi serkeftina gelekî di bin qetliyaman de namîne, em dibin hêviya bêhêvîtiya di nav neteweyên herî pêşketî de pêk hatiye. Rastiya me ya partî û şer ev e.
Em wate didinê weke ku xwedî derketina nirxên mirovabûnê yên bilind heta dawiyê pêk hatine. Em di têkoşîna van salan de mafdar in, em mafdariya xwe bi bi dest xistina van salan dewlemend û pir kirina berhemên têkoşîna me nîşan didin. Ramana dayîna têkoşînê xweşik e, madeya wê xweşik e, ji vê nirxbartir çi heye! Hêrs û kerba wê di cih de, hez kirina wê di cih e, ji vê baştir çi heye! A wiha cîhaneke berzbûnê li we tê diyarî kirin, ji wê berztir dikare çi bê xwestin! Partî ev qas mezin e û van yekan, diyarî yên herî zêde dixwazin pêk bînin dike. Ji vê nirxbartir xelat çi ye!
Li ser vê vê bingehê em bang li we dikin ku, hemû PKK’yî û dostên wê, hemû gel, ên ku di her eniyên şer de şer dikin ku li partiya ev qas mezin a dozê, ku ber bi têkbirinê û têkneçûna gel dibe xwedî derkevin, ji bo serkeftina wê careke din hemû zîrekiyên xwe nîşan bidin, derfetan bi textîkên rast ên partiyê, herî pêşî li ser bingeha stratejiya wê ya şer bi textîkên gerîla, şêwe û terzê amadekariya plankirî ya bi demê re lihev pêşwazî bikin.
Em bang dikin ku salên ji vir û şûnde dirûşma li ser esasa serkeftina pir nêzik pê bigirin; li ser vê bingehê bê navber xwe lê hûr bikin, mecalê nedin tenê yek kêmasiya ku serkeftinê ji dest bike û van salan bi misogerî bikin salên serkefftinê û serkeftinê ji we hemûyan re dixwazin.