LAVRÎO – Li Kampa Lavrîon ya nêzî paytexta Yewnanîstan Atînayê ye salvegera 43’mîn a damezrandina PKK’ê bi meşekê hat pîrozkirin.
Bi dehan kes tevlê meşa pîrozbahiyê ya ji aliyê KCD-E’yê ve hatî lidarxistin bûn.
Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana PKK’ê” destpêkir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê û KCK’ê hatin hildan.
Piştî meşa ku di bin baranê de bi çepik û fîtikan hat lidarxistin daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê şêniyek ji kampê Huseyîn Arasan ve hate dayîn. Arasan diyar kir ku PKK piştî şehadeta Hakî Karer hat damezrandin û wiha pêde çû: “Rêbertî wek pêwîstiyê girêdana bi bîranîna wî ev têkoşîn pêşxist û anî vê astê. Rêbertî bi tesbîta ‘Kurdistan mêtingehe’ derket rê û tevgera PKK’ê anî asta ku îro bûye hêviya mirovahiyê. Mêtiger ji bandor û hêza tevgerê ditirsin. Faşîzma TC’ê bi hemû hêza xwe êrişê tevgerê dike. Heta hê pêşdetir jî diçe, hov dibe û li hemberî tevgera azadiyê sûcên mirovahiyê dike û gazên kîmyewî bikar tîne. Û hemû dewlet li hemberî wê bêdeng in û çavê xwe li hovîtiya TC’ê digirin. Encax PKK tevgerek a gel e. Ji bo gelan hêviyek e. Îro roja ku her kesimek xwedî li PKK’ê derbikeve ye.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana PKK’ê” bi dawî bû.