QAMIŞLO – Di 27’ê Mijdara 1978’an de gavên destpêkê yên dîroka destana ku wê li gundê Fîsê yê Amedê bê nivîsandin tên avêtin. PKK, tevî kesên ku di 27’ê Mijdarê de digotin “Kurdistan Mêtîngeh e.” bi şikandina kefenê bû dîroka vejîna gelê Kurd. PKK di 43’ê salan de ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêviya azadiyê.
PKK di şert û mercên awarte de bi şoreşên mezin derketiye holê û bi ked û fedekariya şehîdan hatiye heta roja îro. Rêberê gelan Abdullah Ocalan bi gotina ‘PKK partiya şehîdan e’ ji bo PKK’ê ev rastî derxist holê.
Weke Ajansa Nûçe Ciwan bi boneya 44’emîn salvegera PKK’ê hest û ramanên jinên ciwan wergirtin.
Armanca PKK’ê azadiya jinê ye
Emîne got: 27’ê Mijdarê destpêkê li serokatî li șehîdên doza azadiyê û li tevahî gelên kurd em pîroz dikin. Tevgera PKK’ê di bingeha xwe de rizgrkirina jinan kiriye armanca xwe û pêwîste hemû jinên cîhanê li ser vê dozê bimeşin û azadiya jinê bikin armanca xwe. Herî dawî em dibêjin PKK’ê gel e, gel nayê qedexe kirin.
Bi derketina PKK’ê re heya astekê tundiya ser jin hatin kêm bû
Viyan got: Di serê de em salvegera PKK’ê li gel, gerîla û Rêber Apo ve pîroz dikin. Bi avakirina PKK re gelek civak hatin pêşxistin û tundiya ser jin jî hate kêm kirin.Hêzên dagirker dixwazin gerîla têk bibin. Lê em weke ciwan û jinên ciwan ve emê li hember xiyanetê helwesta xwe nîşan bidin. Pkk’ê gel e, gel nayê qedexe kirin.
Bi PKK’ê re hqîqet û rastî derket holê
Bêrîtan got: Bi avakirina PKK’ê re heqîqet û rastî derket, jin ji bin koledariyê derket ciwanan dijminê xwe û hevalên xwe naskirin. PKK’ê gel e, gel nayê qedexe kirin.