ŞENGAL – Li Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) û Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn bi coşeke mezin derbas bû. Pîrozbahiya li Baxçê Serok Apo ya li Çiyayê Şengalê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Li ser navê ciwanan Henan Şengalî daxuyanî da û wiha got: “43’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo û hemû gelê me pîroz be. Îsal wê bibe saleke ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û faşîzm bi dawî bibe. Gerîlayan bi berxwedana xwe ya îsal li dijî dewleta Tirk destan nivîsandin. Em gerîlayên berxwedêr pîroz dikin û berxwedana wan silav dikin.”
Ciwanan bi muzîkên ku li pişt daxuyaniyê hatin lêxistin dîlan girtin.