MINBIC – Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li pêş çerxerêya Şehîdan a li başûrê bajarê Minbicê kom bûn û têkildarî êrişa duh a li bajar ku di encamê de 4 şehîd bûn û gelek birîndar bûn, daxuyanî dan. Endamê rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Seydana Henoş daxuyanî xwend.
Destpêka daxuyaniyê salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.
“Ji destpêka belavbûna fikirê rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve êrişên faşîzma Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê ranewestîne, lê bi bin ketin. Ji ber wê dewleta Tirk berê xwe da şerê taybet, teqînên dermirovî û derexlaqî pêk tîne ku ewlehî û aramiya herêmê tevlihev bike.
Piştî ciwanan bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê meşek li dar xist, welatiyên Minbic bi erebeyeke bombebarankirî hatin hedefgirtin. Ev karekî derexlaqî ye û nîşaneyek li dijî partî û projeya wê ya demokratîk e.
Em bi seknê dixwazin helwesta xwe li dijî dijmin nîşan bidin, her wiha bi berxwedan, têkoşîn, vîna civakê û bi fikirê rêber Abdullah Ocalan em ê li hember tevahî derbeyan bisekinin.”