BEHDÎNAN – Hate diyarkirin wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo bi çarçoweya ”Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê” li herêma Heftanînê bûye hedef.
Têkilî çalakiyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî da:
”27’ê Tebaxê saet 10:00’n li qada Şehîd Kendal di navbeyna Deriyê Dawetiyê û Girê Şehîd Rênas de dema ku wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo diçû, hêzên mew pêşî ew kirine ber kontrola xwe û piştre bi taktîka sabotajê lêdane.”