SILÊMANÎ – Xwendevanên zanîngeh û peymangehê yên Başûrê Kurdistanê carek din rabûn ser piyan. Xwendevanan xwestin di demek zû de daxwazên wan pêkwerin.
Xwendevanên zanîngeh û peymangehê yên Başûrê Kurdistanê, dijî nedana xerca mehane û nebûna xizmetguzariyê carek din daketin kolanan.
Xwepêşandana xwendevanan îro li zanîngeha Raperîn ya li navçeya Ranye ya ser bi Silêmaniyê, bi dirûşmeya ‘Hikumeta malbatî, ka pereyê xercê’ destpêkir. Xwendevan dibêjin ew tenê daxwaza mafê xwe dikin.
Xwendevanên zanîngehê ragihandin ku ew bê ku tundiyê bikin, daxwaza mafê xwe dikin, divê hikumet xerca mehane ya xwendevanan bide.
Hêjayî gotinê beriya 2 hefteyan li seranserê Başûrê Kurdistanê bi hezaran xwendevan rabibûn ser xwe û xwestibûn, hikumet xerca wan ya mehane pêşwazî bike.
Lê li şûna bersiva xwendevanan bidin, hikumetê bi dehan xwendevan binçavkirin. Hîn jî hikumetê guh nedaya daxwazên xwendevanan.