SILÊMANÎ – Di Konferansa Ciwan û Nîştiman a ku li Silêmaniyê bi amadebûna ciwanên ji çar parçên Kurdistanê hatibû destpêkirin de sê panel li ser mijarên cûda hatin dayîn. Di panelan de behsa rola ciwanan a di pêşxistina aborî, perwerde û çapemeniyê ya welat de hat kirin.
Îro li Hola Dawa ya bajarê Silêmaniyê, Konferansa Ciwan û Nîştiman bi amadebûna nûnerên ciwanan ên her çar parçeyên Kurdistanê hat li darxistin.
Di konferansê de sê panelên cûda hatin dayîn û têde behsa rola ciwanan a di mijarên netewî de hat kirin.
Panela yekem bi sernava ‘Bandora Jîngeh û perwerdê ya li ser kesayeta ciwanan’ hat dayîn. Panel ji aliyê Rêjne Dêhatî, Lanya Eta, Çiraxan Çomanî ve hatin dayîn. Di panelê de behsa rola ciwanan a di pêşxistina aborî, perwerde û kesayetê de hat kirin.
Panela duwem bi sernava ‘bandora stratejîk a dagirkeriyê û nêzîkatiyên partiyên siyasî li ser lewazbûna welatparêziyê’ hat dayîn. Panel ji aliyê Rêvan Osman, Erdal Ebdullah û Şadan Mihemed ve hat dayîn.
Di panelê de li ser rola çapemeniyê ya ji bo xurtkirina ruhê welatparêziyê û bandora dagirkeriya welatên herêmî ya li ser Kurdistanê hat axaftin. Di panelê de Erdal Ebdullah got, “Bi şêweyek giştî welatê me bi ser çar welatên dagirker de hatiye parvekirin. Niha tevî ku Başûrê Kurdistanê rewşa wê ji ya sê parçên din cûdaye û hikumraniya wê di destê Kurdan de ye, lê cardin ji her sê parçên din ên Kurdistanê zêdetir metirsiya qirkirinê li sere.”
Panela sêyem jî bi sernavê ‘Asoya çareseriya pirsgirêkên ciwanan’ hat dayîn. Panel ji aliyê Omer Gulpî, Saman Salih, Birwa Cemal, Ceza Ehmed ve hat dayîn. Di panelê de behsa xemsariya hikûmetê û xirabiya sîstema hikûmraniyê hat kirin û hat gotin ev nêzîkatiyên hikûmetê bûye sedem ciwan ji welatê xwe dil sar bibin.