STENBOL – PKK’ya ku di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê ya Amedê hat îlankirin, sala xwe ya 43’emîn li pey xwe hişt. PKK’ya ku bi ked û zehmetiyên mezin hat îlankirin, bi keda bi hezaran şehîdan jiya, mezin bû û mezin dibe. Gelê Kurd ku ji salvegera damezrandina PKK’ê û vir ve serkeftin û destkeftiyên nû bi dest xistiye, her sal 27’ê Mijdarê bi rojan pêş de dest bi pîrozbahiyan dike.
Pîrozbahiyên bi wesîleya 27’ê Mijdarê 43. salvegera damezrandina PKK’ê li Kurdistan û gelek deverên Ewropayê dewam dikin.
44. Salvegera PKK’ya ku navê jiyaneke destanî ye, li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakiyan berdewam dike. Di pîrozbahiyên bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan de îro çalakiyeke nû hat zêdekirin. Li Stenbolê Yekîneya Şehîd Tolhildan Xerzan ya ku girêdayî DGH’ê ala PKK’ê ber bi asîmanan ve bilind kir.
Demek dirêj ala PKK’ê li ser Taxa Gazî ya Stenbolê û Qereqola Gaziyê bi 2 doronan ve geriya. Yekîneya DGH’ê di salvegera 44’emîn a pîrozbahiyê de ala li ser Goristana Gaziyê ya ku şehîdên PKK’ê lê ne daliqand û dawî li çalakiya xwe anî.