BEHDÎNAN – Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:
“Bi derengî jî be Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryar da ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li Tirkiyeyê, li dijî pîvanên hiqûqa ceza ya Konseya Ewropayê ye. Ji Tirkiyeyê dixwaze ku di nava salekê de jê re ragihîne ku di mijara vî şêweyê ceza de ku li pîvanên hiqûqê nayê, wê guhertineke çawa bike. Ya rast, beriya niha jî hişyariyeke bi vî rengî dabûn Tirkiyeyê. Niha jî salek dem dane Tirkiyeyê ku ev yek jî nîşan dide, dema ku dor tê Kurdan, Ewropa jî qanûn û biryarên xwe di dema xwe de bi cih nîne. Careke din hate dîtin, ku Ewropa ya ku qala demokrasî û hiqûqê dike, di vê mijarê de lawaz e.
Bi derengî jî be, bi demê re jî hatibe hiştin, biryara Komîteya Wezîran ji bo paşerojê wê encamên erênî bi xwe re bîne. Çawa ku cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê piştî biryara îdamê ya li dijî Rêber Apo hate rakirin, rakirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî jî wê di encama têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de pêk were. Ji ber ku yên zext li Komîteya Wezîran kir ku biryareke bi vî rengî bide, têkşoîna gel û dostên Kurdan bû.
23 sal in li Îmraliyê qanûnên taybet ên li dijî şexsekî tên bicihanîn. Ev rastî bi xwe nîşan dide ku li Îmraliyê sîstemeke zilm û êşkenceyê heye ku li devereke din a cîhanê nîne. Ji ber ku Rêber Apo hişmendiya azadiyê da Kurdan, tolê jê hiltînin. Ji ber vê yekê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî afirandin ku li devereke din a cîhanê nîne. Ev yek jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin ku endamê Konseya Ewropayê ye. Tevî ku şêweyekî ceza ye ku li pîvanên hiqûqê yên Ewropayê nayê, serî li vê rêyê daye. Bêguman ya ku kir dewleta Tirk serî li vê rêyê bide, helwesta Ewropayê ye ku berjewendiyên siyasî û aborî di ser her tiştî re digire.
Yek ji berpirsyarên sereke yên îstema tecrîda giran a li Îmraliyê Konseya Ewropayê ye. Ji destpêkê ve haya xwe ji vê sîstema êşkenceyê û bêhiqûqiyê heye. Ji xwe CPT ku saziyeke Konseya Ewropayê ye beriya 3 salan qebûl kiriye ku tecrîda li Îmraliyê êşkence ye. Xwest ku ev tecrîd bê bidawîkirin. Lê belê dewleta Tirk ji ber ku bi helwesta oportunîst a Ewropayê zane ev tecrîda girankirî bi dawî nekiriye. Tevî ku Konseya Ewropayê beriya 3 salan bi rêya CPT ji Tirkiyeyê ragihand ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li dijî qanûnên Ewropayê ye, hîn nû xistiye rojeva xwe û biryarek bi bandoreke netêrker wergirtiye. Tevî ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê weke parçeyek ji cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî tê meşandin, di vê mijarê de helwesteke şênber nehatiye nîşandan. Ji ber vê yekê biryara ku hatiye dayin di serî de gelê Kurd ji aliyê dostên Kurdan, hêzên demokrasiyê û saziyên hiqûqê ve têrker nehatiye dîtin. Lê belê netêrker jî be divê Komîteya Wezîran biryara xwe bişopîne û ji bo rakirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Biryara Komîteya Wezîran bi derengî jî be, ji bo rakirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê gaveke û wê meşandina tecrîdê girantir bike. Têkoşîna gelê Kurd karakterê faşîst û antî demokratîk ê dewleta Tirk ewqasî teşhîr dike ku maskeyên şerê taybet ên li ser rûyê rejîma faşîst yek bi yek dixîne. Têkoşîna me ya azadiyê hem li hundir dewleta Tirk lawaz û teşhîr dike, hem jî li derve teşhîr dike, qels dike û dawî lê tîne.
Têkoşîna li dijî tecrîdê û têkoşîna ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sala 2021’ê gihîşt asteke gelekî girîng. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû yek ji rojevên hêzên demokrasiyê yên cîhanê. Têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin, dema ku li gel biryara Komîteya Wezîran a Ewropayê tê nirxandin, hingî eşkere dibe ku sala 24’an a komployê wê ji aliyê azadiya Rêber Apo ve encamên girîng bi xwe re bîne; wê azadiya Rêber Apo bike rastiyeke rojane. Ji xwe gelê me jî, dostên Kurdan û hêzên demokrasiyê yên cîhanê jî dixwazin êdî bi Rêbertî re bicivin; dibêjin ku êdî dema azadiyê hatiye.
Gelê me û dostên gelê me li gel têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê têkoşîna hiqûqî jî dewam bikin. Ji ber ku biryara ji aliyê Komîteya Wezîran ve hatiye dayin, li gel têkoşîna hiqûqî ya ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, serketineke hevgirtî ye. Lewma divê di sala 24’ana komployê de têkoşîna ji herdu aliyan ve bê meşandin û têkoşîna azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo bê xurtkirin.
Ev têkoşîna piralî dewleta Tirk a mêtinger qirker aniye ber hilweşînê. Eşkerebûna rastiya wê ya ku dewleteke bêhiqûqî û bêedalet e, wê rewabûna wê ji holê rake û ev yek jî wê hilweşîna vê dewletê bi xwe re bîne.
Em hêzên têkoşînê hemûyan ên ku azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd nêzîk kirine bi rêzdarî silav dikin, soza xwe dubare dikin ku vê têkoşînê bi Rêberê Azad, Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk tacîdar bikin.”