BEHDÎNAN – Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên hovane ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her cihê ku Kurd lê dijîn, dixwaze gelê Kurd di qirkirinê re derbas bike. Lê artêşa barbar her çendî ji îşkence, tacîz, destavêtin heta bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên azadiyê, her cure rêbazên hovane diceribîne jî, li hemberî berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan windahiyên xwe didomîne.
Bi hezaran ciwan û jinên ciwan ên dixwazin cihê xwe di nava berxwedana dîrokî de bigirin ber bi azadiyê ve dimeşin. Ciwan ji Bakûrê Kurdistanê kom bi kom tevlî gerîlayên azadiyê dibin, îro jî ji van koma komeke nû hat zêdekirin. Îro komeke din a ciwanan ragihand ku ji bo cihê xwe di berxwedana dîrokî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bi boneya 44’emîn salvegera PKK’ê de cih bigirin, berê xwe dane çiyayên azadiyê.
Ciwanan diyar kirin ku ew têkoşîna qehremantiyê û şerê rûmetê bandor bûne û gotin, “Em li ser esasê tolhildana êrîşên faşîst û qirker ên li ser Kurdistanê û gelê Kurd tecrîda li ser Rêber Apo tevlî nava refên gerîla dibin.”
Daxuyaniya ciwanên tevlî PKK’ê bûne bi tevahî wiha ye:
Ji bo Tevahî Ciwanên Kurdistanê û Gelê Kurdistanê yê welatparêz
Dewleta tirk a dagirker û faşîst di şerê xwe yê Qedandina gelê Kurd û Kurdistanê de bi tevahî hebûna xwe seferber bûye de bixwe hatiye ber qedandin û tinebûnê. Di şê qirkirinê yê ku bi tevahiya derfetên xwe ve sefer bûye heya roja îro tiştekî ku ne ceribandiye nemaye. Bi qasî ku di tu şerekî de nahatiye dîtin hemû êrîşên hovane û derveyê exlaqê bê navber dide meşandin. Bi bikaranîna tevahiya rê û rêbazên şerê taybet û çekên teknîkî yên herî pêşketî yê serdemê jibo qedandına gelê Kurd, tine kirina Kurdistanê û Yekane nûnerê wî PKK’ê biqedîne şerê hebûn û tinebûnê dide meşandin.
Ji aliyekî ve li ser civakê her cure êrîşên faşîst yên qirkirinê dide meşandin, ji aliyê din ve hêza herî dînamîk a civakê ango ciwanan dihelîne, dikişîne nava hişbir û fihûşê dixwaze birizîne û tine bike. Bi karakterê xwe yê tecîzkar û tecawuzkar êrîşê tevahî nirxên Kurdistanê û Gelê Kurd dike. Ji bo ku di Kurdistanê yek bostek jî axa azad lê tê jiyan nemîne bi tevahiya hêza xwe ve êrîş dike.
Îro di çiyayên azad yên Kurdistanê de li dijî gerîlayên ku parêzvanên tevahiya nirxên Kurdistanê, Gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê ne bi teknîka şer a herî pêşketî û îttîfaqên hêzên emperyalist ve şer dimeşîne. Îro di vî şerê ku dimeşîne de li hember ruhê têkoşîna gerilayên ciwan yên Apoger neçar maye. Di vê şerê ku bi mehan berdewam kir de li Werxelê û gelek deverên din bêyî ku li duv xwe mêze bikin reviyan.
Em jî wek ciwanên Kurd ji vê şerê bi destanî û lehengî tê meşandin bandorbûn û tev li gerîlla bûn. Ji ber ku ev şer şerê serkeftinê ye. Wek ciwanên Kurdistanê ruxmî ev tecrîta ku li ser Rêber Apo tê meşandin yek kêliyekî jî asayî jiyan kirinê em ji bo xwe wek bê rûmetî dihesibînîn û li hember vê tecrîta Rêber Apo yê ku îfadeya tevahî nirx û hebûna meye û li hember tevahî êrîşên faşîst û qirker yên liser Gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandin em tola wan bigirin tev li refên gerîlla dibin. Ji ber ku têkoşîna gerîlla yekane misogeriya azadiya Kurdistanê ye. Li ser vê esasê emê bi şiyara Werin Cenga Azadiyê li hember êrîşên dewleta tirk a faşîst û qirker, li dijî emperyalîzm û hevkarên wan bi zimanê ku ew fêm didkin ango bi têkoşîna çekdarî bersivê bidin. Emê tola her bosteke axa Kurdistanê ku hatiye dagir kirin û her bedelên ku hatine dayîn bigirin. Ji ber ku PKK tevgera tolhildanê ye.
Di vê sala 44. a PKK’e de ku wek roja yekemîn ruhê xwe yê ciwantiya Apoger her dieçe mezin dike û bi serkeftinan tacîdar dike de, divê tevahiya ciwanên Kurd û ciwanên tevahî gelan jî li dijî faşîzmê di vê şerê serkeftinê de cihê xwe bigirin. Em li vir ji bo tevahiya ciwanên Kurdistanê bangawazî dikin. cihê ku tevahiya ciwanên Kurd û tevahî ciwanan aîd û layîqê wî ne refên gerîlane. Em bang li tevahî ciwanan dikin ku hû jî werin di vê têkoşîna serkeftin û rûmetê de cihê xwe bigirin. Em ji tevahî ciwanan re dibêjin Werin Cenga Azadiyê.