ATİNA – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Rise4Rojava, ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Atînayê çalakiyek lidar xistin.
Çalakgeran pankarta bi nivîsa “Hûn nikarin pêşî li berxwedana me bigirin” vekirin û destnîşan kirin ku wê tecrîdê ti carî qebûl nekin.
Çalakgeran daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd kirin û xwestin ku ciwanên li Hollandayê li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hatin destgîrkirin tavilê bêne berdan.
Li Atînayê di çalakiyê de dirûşmên ji bo silavkirina berxwedana gerîla û PKK’ê hatin qîrîn.