TEBQA – Îro Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li pêşiya parka Şehîd Hevrîn Xelef a li taxa sêyem a Tebqayê daxuyaniyek da. Endamên partiyê û nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê şaxê Tebqayê û malbatên şehîdan tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Amne El-Elî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin bi saya hevgirtina pêkhateyan projeya li herêmê pêşket û ji ber wê dewleta Tirk bi dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ku di oxira rizgarkirina wê ji DAIŞ`ê de bi hezaran şehîd canê xwe feda kir, hewl dide vê projeyê têk bibe.
Di daxuyaniyê de zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî herêmê hatin şermezarkirin û bang li dewletên ku demokratiyê û parastina mafên mirovan îdia dikin û hemû rêxistinên navneteweyî hat kirin ku ji bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên li dijî herêmê têne kirin derkevin.
Her wiha di daxuyaniyê hat piştrastkirin ku Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) herêm ji DAIŞ`ê rizgar kir û dê beşên din ên dagirkirî jî ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bike, da ku sivîl vegerin warên xwe.
Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn û ev yek hat gotin: “Ji bo Sûriyeyeke pirrengî ya nenavendî pêk were, em piştgiriya QSD`ê dikin.”