STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yîldîrîm û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de dimînin, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo bi miwekîlên xwe re bi awayekî lezgîn hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin di heftê de 2 serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Li ser vê parêzeran di 22’ê mijdarê de li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê serlêdana “hevdîtina lezgîn” kirin. Piştî vê serlêdanê derket holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li Rêberê Gelan hatine birîn. Dadgeriyê, serlêdana parêzeran red kir û weke hincet jî cezayê ku di 12’ê cotmehê de ji bo 6 mehan li Rêberê Gelan hatiye birîn nîşan da. Dadgeriyê, ji bo serlêdana hevdîtinê ya malbatê jî qedexeya hevdîtinê ya di 18’ê Tebaxê de ya ji bo 3 mehan hincet nîşan da. Lê dadgeriyê derbarê hinceta qedexeyan de tu agahî neda parêzeran.
8 MEH IN AGAHÎ NAYÊN GIRTIN
Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Rêberê Gelan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Rêberê Gelan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.