NAVENDA NÛÇEYAN – Dîmeneke nû ya tundiya polîsên Tirk derkete holê. Dîmena ku nûçegihan Bariş Yarkadaş li ser tora dijîtal par ve kirî, tê gotin li naçeya Efelerê ya Aydinê hatiye girtin.
Bariş Yarkadaş got, ”Welatiyekî me yê ji Aydinê ev dîmen şand. Cih Aydin Efeler, Taxa Orta. Polîs û notirvan bi şiqama li ciwanekî dixin. Polîs piştî demekê tê û ji ciwan re dibêje ew ê wî bikuje. Êşkence êdî li kuçeyan tê kirin..Ji xwe re li wêrekiya polîs binerin. Ji ber ku pê dizane ku hiqûq nemaye, rehet e!”