NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê bi şewba vîrûsa koronayê ket, rakirin beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin û tevî hemû bangewaziyan nayê berdan, bi kurê xwe Ahmet Ozkan re bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ket. Ozkan, duh bi şev piştî rewşa wî giran bû rakirin beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Hat diyarkirin ku rewşa Ozkan xeternak e.