SILÊMANÎ – Nerazîbûna xwendevanan ya dijî nedana xerca mehane dewam dike, xwendevanan rêya sereke ya Silêmanî-Hewlêrê li trafîkê girtin.
Bi rojane xwendevanên zanîngeh û peymangehên yên Başûrê Kurdistanê li ser piyanin. Xwendevan dixwazin hikumet xerca mehane bide, lê hikumet bêdengiya xwe di parêze. Xwepêşandana xwedevanan ya bi vê daxwazê carek din destpêkir.
Xwendevanên zanîngeha Silêmaniyê daketin qadan û rêya sereke ya Silêmanî-Hewlêrê girtin. Xwendevan dibêjin heya daxwaza wan pêkneyê, ewê dev ji çalakiyên xwe bernedin. Lê hikumet bêdengiya xwe diparêze.