BEHDÎNAN – Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta bang li ciwanan kir. Sozdar Avêsta bi riya Ajansa me Nûçe Ciwan bang li ciwanan kir û got ku “Em bawerin hûnê divê demê de jî rolê xwe yê herî girîng bilîzin û hûnê beşdarbûnên xwe çêbikin û di hemû qadan de ava kirina netewa demokratîk de li hemberî modernîteya kapîtalîst jiyanekî alternatîf, jiyanekî azad, jiyanekî wekhev û demokratîk re hûnê pêşengtiyê bikin.”
Bi tevahiya axaftina Sozdar Avesta wiha ye:
Ciwanên Têkoşer;
Ez we hemûyan ji çiyayên azad bi dil û can silav dikim. Hezkirin û hurmetên xwe pêşkeş dikim. 44. Salvegera damezirandina partiya me di serî de li we ciwanan, li gelê me û tevahî gelên herêmê û li mirovahiyê pîroz dikim.
Di şexsê şehîdê me yê destpêkê rêheval Hakî Karer, heval Sara de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, bi hurmet bibîr tînim, li ber bîranîna şehîdan bejna xwe ditewînim.
Ciwanên Apoyî;
Wek tê zanîn em di pêvajoyekî gelek girîng û dîrokî de têkoşîn dikin. Li ser gelê me, li giştî Kurdistanê û derveyê welat êrîşên pir dijwar yên metîngeriyê, yên dagir kirinê, yên qirkirinê berdewam dikin. Bi taybet di vê sala 2021 an de li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê êrîşên gelekî hovane û dijwar berdewam dikin. Di pêşengtiya keç û xortên ciwan de qehremanên HPG û YJA STAR’ê, di serî de li Zedûra, li Avaşîn, Werxelê û Zapê berxwedanekî bê hempa raber kirin, pergala dijmin hejandin û ew xistin nava qeyraneke mezin. Ev pêngav meha Şibatê li Garê bi pêşengtiya ciwanên şoreşger û fermandarê gerîla Şoreş Beytûlşebap destpêkir û heya niha berdewam dike. Dîsa di pêşengtiya ciwanan de pêngavên ku destpê kiribûn weke yên ” Werin Cenga Azadiyê” ” Dem Dema Azadiyê ye” “ji qirkirinê re na û hilweşandina pergala îmraliyê, van pêngavan bi hemî hela xwe ve berdewam kirin.
Ciwanên Bi Rûmet;
Keçên Ciwan, Jinên Ciwan; Têkoşîna ku hûn îro dimeşînin li tevahî Kurdistanê wekî me got stratêjîke û dîrokî ye. Em wekî tevger tevgera ciwanan e. Rêber Apo got ‘’Me bi ciwantî destpê kir, emê bi ciwantî biser jî bixin’’ 44. Salên damerizandina PKK’ê û kar û xebatên Rêber Apo yên şoreşgerî 50 sale ew nirxên mezin yên Sosyalîzmê, yên Demokrasiyê, yên Azadiyê yên wekheviyê ku hatine afirandin dixwazin hemî têk bibin. Têk birina wan jî ew baş dizanin di têk birina ciwanan de ye. Qirkirina li ser Gelê Kurd qirkirina li ser ciwana ye. Destpêkê ciwanan di nava pergalê de diguvêşin û ciwanan bê ruh dikin. bê hêvî dikin, bê bawerî dikin; ji nirxên wî/ê yên netewî, azadî û wekheviyê dixwazin dûr bixin.
Ciwan Ronahiya civakê ye. Ciwan pêşengê civakê ye. Ciwan avakerê civakê ye. Ciwan parêzvanê civakê ye. Ji bo ku bikaribe welatê xwe biparêze, ji bo ku bikaribe parastina xwe ya cewherî pêş bixe beriya her tiştekî divê dijminê xwe baş nas bike. Hemû êrîşên ku îro li ser ciwanan têne kirin, em baş dizanin ku di zanebûna dijmin de kêmasî tên jiyan kirin. Bi taybetî jî şerê taybet yê ku ji hêla îstîxbarat û Mît’ê ve tê meşandin; li Bakurê Kurdistanê taybet bi wan muxbîrên xwe, bi wan çeteyên xwe, bi wan kontrayên xwe ku dixine dewreyê; dest dirêjiyê li Keçên Ciwan, Jinên Ciwan dikin. Heta niha bi dehan jin bi vî awayî xistine. Tacîz û tecawîza ku di bin çavan de dikin, îradeya ciwanan dixwazin bişkînin.
Hûn Ciwanên Bi Rûmet!
Hûn baş dizanin îro Bi hemî awayî li ser me ev êrîşên mezin ku têne pêş xistin, ew bi taybetî jî ji bo ku ciwan zeîf bikeve, ciwanan dixînin. Em ji bîr nekin, Rêber Apo tiştên ku daye diyar kirin, bi taybet PKK wek rêxistinekî ciwan da diyar kirin. Ava kirina PKK’ê bi komeke ciwanan destpê kir û heta îro jî berdewam e. Rêbertî got ‘’ Me bi ciwantî Destpê kir.’’ Ew şiyara we ye. Emê bi ciwanî jî bi ser bixînin.
24 sale Rêber Apo dibin tecrîdeke girankirî de ye. Gelê me di bin qirkirinê de ye. Faşîzm bi hemû awayî êrîşên xwe dijwar dike. Li ser gerîla çekên kîmyawî bikar tînin. Parastina şoreşê, ew nirxên mezin ê mirovahiyê ku hatiye pêş xistin, îro li benda parastina ciwanan e. Li benda ava kirina ciwanan e. Divê ciwan li şoreşê xwedî derkevin. Pêşengtiya Şerê Gelê Şoreşgerî bikin û bikaribin îro di hemû aliyan de rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin.
Ciwan ne bê çare ne. Fikirê demokratîk, ya Netewa demokratîk, jiyana azad, jiyana wekhev îro di destê ciwanan de ye. Binêrin ciwanên tevlî tevgerê dibin, di nava çend salan de dibin însanên zana, dibin fermande, dibin pêşeng, dibin însanê xwedî felsefeya pêşeroja herî azad. Çima? Ji ber ku yê xwe digihîne fikirê Rêber Apo êdî ew dikare ji hemû pirsgirêkan re bibe çareserî û ew dikare xwe bi hemû awayî avabike û ew dikare êdî ew barê ku daniye li ser milê xwe bi ser bixîne.
Ciwanên Hêja û Bi Rûmet;
Jinên Ciwan, Îro em dizanin bi taybet wek Jinên Ciwan lîstokên mezin li ser we tên lîstin. Divê tevahî ciwan li hember van lîstûkan bisekinin. Şerê taybet bi hemû awayî bi polîsên xwe, dîsa endamên kontra ku rêxistin dikin ji bo ku keçan bixin xefikan û wan bixînin. Îro em dibînin vîdoyên wan dikşînin û di medyaya sanal de parve dikin. Ji bo ku wan bike ajan û bi xwe ve bide girêdan. Yên ku nekin jî di bin navê întîharê de wan dikuje û davêje. Mînekeke vê jî Gulistan Doku ye. Yên ku nayên lîstokên wan, yên ku xiyanetê qebûl nakin ji holê radikin. Di bin navê xwe kuştin û windabûnê de vê carê jî êrîşên xwe derdixe asta herî bilind. Ji bo vî li hember van hemûyan sekinandin elbettekî ciwan ew altarnetaifa xwe ya heyî ya jiyana azad ji xwe re esas girtin û beşdar bûna nava têkoşînê ye. Ji bo wî ev pêngava ku hatiye destpêkirin, pêngavekî gelekî girîng e. Hemû ciwanên ku derfetên xwe hene; bi hemû awayî ew dilên xwe, mêjiyên xwe hîn zêdetir divê bikaribe bixwe nava tevgerê û hewildanên xwe pêşbixîne û xwe bigîhîne çiyayên azad û dinav refên gerîlayên HPG û YJA STAR’ê de cihê xwe bigire. Yê ku nikare xwe bigîhîne vî jî divê ew cihê ku lê ye bi hemû awayî ji bo şerê gelê şoreşgerî, parastina gelê xwe, parastina cewherî divê xwe amade bike. Gelê xwe zana bike, civaka xwe rêxistin bike. Ciwanan rêxistin bike, ciwan bi îrade bike, ciwan bi hêz bike, ciwanan zana bike, ciwanan di felsefe û îdeolojiya Rêber Apo de rêxistin bike û bi pergal bike. Pergalbûna ciwanan, rêxistinbûna ciwanan pêşengtiya tevahî civakê ye.
Îro li Bakurê Kurdistanê ji bo ku ciwan beşdarî şoreşê nebin, destpêkê faşîzma AKP-MHP’ê bê exlaqiya herî mezin ya ku wezîrê wan yê karê hundir Soysuz dide meşandin, îro li ser ciwanan tê zanîn. Ji bo vî bi hemû awayî xefikan datîne û dixwaze ciwanan di nava van xefikan de bê ruh bike û wan tune bike.
Li pêşiya Jinên Ciwan, ew eşqa sexte ku datîne dixwaze wan bike aşqê qatilê wan. Em dizanin ku eşq bi sextekarî nayê çêkirin. Welatekî ku mêtîngeh be, di bin dagirkeriyê de be, her roj êrîş li ser hebin, Serokê wî di bin tecrîdê de be û welatê wî di bin ling û potînên faşîzmê de be di vî welatê de eşq tuneye, di wê derê de azadî tuneye, di wê derê de wekhevî tune ye. Ew kapîtalîst modernîte di nava pergalê de tiştên sexte dixwaze pêşkêş bike. Ji ber vê Rêber Apo berî vê hîn bi dehan salan gotibû’’ Çûkek jî heya ku parastina wî tunebe hêkan çênake.’’ Ji bo vê jî got ‘’ Heqîqet eşqe eşq jiyana azade.’’ Ji bo ku em di welatê xwe de eşqa jiyana azad bikaribin jiyan bikin divê em têkoşînên mezin bikin. Binêrin şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyê hatiye çêkirin. Şoreşa ciwanan. Şoreşa Jinan. Şoreşa mirovahiyê di bin xeteriyên mezin de ye. Divê hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Suriyê , yê hemû Kurdistanê, gel û ciwanên Ereb ku li Suriyê jiyan dikin, divê li nirxên şoreşa azadiyê xwedî derkevin, têkoşîna wî bilind bikin û parastina wî pêş bixin.
Dîsa li Şengal û Li Mexmûr gelê me di bin êrîşên mezin de ne. Ciwanên Mexmûrê yên ku di penaberiyê de bi nirxên azadiyê hatin mezin kirin, hatin xwedî kirin, îro zanebûn, pêşengtî ji şoreşê re dikin. Îro li ser wan lîstokên pir mezin hene. Li ser Şengalê dîsa dixwazin hemû ciwanên Şengalê ji têkoşîna wî ya azadiyê dûr bixînin û nehêlin ji gelê xwe re pêşengtîyê bikin. Ji ber vê hemû lîstûkin li ser wan tên lîstin.
Dîsa li Başûrê Kurdistanê lîstûkên ku têne kirin hûn dibînin. Başûrê Kurdistanê îro ji ciwanan vala dikin. Bi hezaran ciwanên Başûrê Kurdistanê îro ji bo ku biçine derveyê welat di nava sînorên dewletên Ewrupayê de hatine sekinandin û dixwazin di wê derê de bifetisînin.
Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê, îro em dibînin ciwanên Kurdistanê li Rojhilat û tevahî ciwanên ku li Îranê jiyan dikin bê hêvî mane. Bê bawerî ketine. Ew nizanin wê çawa ji vê aloziyê derkevin. Bê karin. Bi vê şekile wan bi hemû awayî fêrî kolbertiyê û koletiyê dikin. Her roj li ser van sînoran ew ciwan têne qetil kirin. Bi hemî awayî van mînakan çima didin. Ji ber ku ciwanên me di bin êrîşên dagirkeriyê, di bin êrîşên faşîzmê de ne. Ji bo pêşî li van were sekinandin ciwan divê rêxistinbûna xwe hîn mezintir bikin, pêngava ku destpê kirine mezintir bikin, tevlêbûnên ciwanan hîn zêdetir çêbibin.
Jinên Ciwan;
Em baş dizanin ku di nava ciwanan de hûn xwedî rol û misyomeke pêşeng in. Azadiya jinê paradîgmaya jinê a ku li ser nirxê demokratîk yê netewî di xeta azadiya jinê de têne afirandin, têne ava kirin îro di pêşengtiya jinên de wê pêş bikeve. Hûn dîsa ji bo demokratîk kirina tevahî ciwanan, ji bo ku ciwan hîn zêdetir bikaribin xwe zana bikin, xwe pêş bixînin, ji desthilatdariyê xwe dûr bixînin; sekna we, tevlêbûna we, zanabûna we, rêxistinbûna we herî zêde girînge, stratêjîke û hûn vê rolê jî dilîzin. Em bi ciwanên xwe bawerin. Ciwanên Apoyî, Ciwanên Şoreşger yên Egîd em îro dizanin çiqas astekî mezin derxistine holê.
Şoreşa me berhemê ciwana ye. Bi Mazlûman, bi Egîdan deste kir. Bi Mahîran, Bazan û hetanî ku îro wekî lehengên ku gerîlatiyê de berxwedanê didkin ev hemî dîsa ciwanin. Hun wekî ciwanên şoreşger em baş dizanin ku xwedî seknekî û zanebûnekî dîrokî ne. Hûnê di vê dema pêşiya me de jî bi hemî awayî di dem dema azadiyê de di dema azad kirina Rêber Apo de, dema parastina nirxên xwe de, di dema ku em îro ber bi serkeftina mezin ve em meşa 44 salan a fermî ya PKK ê û meşa Rêber Apo ya pêncî salî ya têkoşîn û azadiyê de rol û misyona ku dikeve liser milên we hunê bi Egîdane, bi Zîlanane di terzê fedayîtiyê de hûnê pêk bînin. Asta ku îro ciwanên Kurdistanê gihîştiyê em bi hemî awayî silav dikin û em pir pê ser bilindin.
Têkoşîna me têkoşîna ciwana ye. Şoreşa me Şoreşa ciwana ye. Em îro bi ruhê ciwanan pêşengtiyê ji vê hemî têkoşînê re dikin. Ji bo vî pêvajoya ku em îro têde jiyan dikin, êrîşên mezin kul i ser gelê tene kirin, li ser siyaseta demokratik tên meşandin. Binêrin jinên siyasetmedar, yên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin her yeke dizvêjin zinadana û sih salan li wan her yeke ceza dibirin. Bi dehan nexweş di zindadan de ne, din ava berxwedanê de ne. Rêber Apo 24 sale di bin tecrîteke giran kirî de ye. Gelê me di bin êrîşa faşîzmê de ye. Şehîdlikên me hemî têne xerab kirin. Li ser nirxên pîroz ku îro hatine bidest xistin êrîş tên kirin.
Ji bo vî ciwanên Apoyî li hemî derê; li derveyê welat, dîsa li tevahî Kurdistanê, li tirkiyê û li her cihekî ku jiyan dikin divê ciwan bi erken xwe yên dîrokî rabin û pêngava Werin Cenga Azdiyê ku destpê kirine bi coşeke mezin pêşbixînin. Pêşiya êrîşan sekinandin erke ciwana ye. Kok bi dijmin dayîna rakirin erke ciwana ye. Divê ciwan hîn zêdetir xwedî li rol û misyona xwe ya vê deme derkevin. Pêngava Werin Cenga Azadiyê li ser van nirxên pîroz tên pêşxistin. Li ser vî esasî ez ciwanan, jinên ciwan û tevahî ciwanên derveyê welat, ciwanên enternasyonal, yên li ewrûpa û li tevahî parzemînên heyî têkoşîna ku tê maşandin, pêngava dem dema azadiyê ye, pêngava Werin Cenga Azadiyê de ciwanên enternasyonel ku jê re pêşentiyê didkin em wî îradeya wan, wî têkoşîna wan, sekin û xwedî derketina wan silav dikin. Bi vî awayî em tevahî kar û xebatên ku îro hûn dimeşînin em pîroz dibinin, gîrîng û dîrokî dibînin.
Em bawerin hûnê di vê deme de jî rolê xwe yê herî gîrîng bilîzin û hûnê beşdarbûnên xwe çê bikin û di hemû qadan de ava kirina netewa demokratik de li hemberî modernîteya kapîtalîst jiyanekî alternatif, jiyanekî azad, jiyanekî wekhev û demokratik re hûnê pêşengtiyê bikin. Hûnê karibin vê pêngavê bi rengekî hîn serkeftî hûnê bikaribin pêk bînin. Li ser vê esasê ez di vê hemleya we ya ku we destpê kiriye de bi bawerim tevahî cihên ku hûn lê ne bi hemî derfetên xwe hûnê xwe beşdar bikin û hûnê rola xwe bilîzin û serkeftin li ser serkeftinan ava bikin.
Bi vê bîr û baweriyê ez careke din ji çiyayên azad we ciwanan ji dil û can silav dikim, hurmeta xwe, hez kirinên xwe peşkeş dikim. Ez dibêjim Werin Cenga Azadiyê.
Bijî Serok Apo
Bijî têkoşîna Ciwanên Azadiya Kurdistanê