STENBOL – Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî wasiyê wî Mazlum Dînç, ji bo hevdîtina roja Duşemê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê dan. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîha Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serlêdan kirin. Malbatan wekî din ji bo hevdîtinê bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dan. Tevî ku dema cezayê hevdîtinê yê 3 mehan ku di 18’ê Tebaxê de hatibû birîn xelas bûye jî bersiva serlêdana duh hatibû kirin, nehat dayîn.
Parêzerên Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin di hefteyê de 2 serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Li ser vê yekê parêzeran di 22’ê Mijdarê de li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê serlêdana “hevdîtina lezgîn” kirin. Piştî vê serlêdanê derket holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li Ocalan hatine birîn. Dadgeriyê, serlêdana parêzeran red kir û weke hincet jî cezayê ku di 12’ê Cotmehê de ji bo 6 mehan li Ocalan hatiye birîn nîşan da. Dadgeriyê, ji bo serlêdana hevdîtinê ya malbatê jî qedexeya hevdîtinê ya di 18’ê Tebaxê de ya ji bo 3 mehan hincet nîşan da. Lê dadgeriyê derbarê hinceta qedexeyan de tu agahî neda parêzeran.
Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivîbû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nîvî de hatiye birîn. Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.