QAMIŞLO – Dewleta Tirk a dagirker tecrîda giran li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne û nahêle parêzer û malbat hevdîtinê pê re bikin. Di vê çarçoveyê de Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel di 8`ê Kanûnê de daxuyaniyek da û tê de bang li gelê Kurd û dostên wan li cîhanê kir ku 11`ê Kanûnê ji bo Roja Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Cîhanê dakevin qadan.
Bi vê boneyê îro bi sedan pêkhateyên bajarê Qamişlo yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li çerxerêya Mûnîr Hebîb kom bûn û dest bi meşeke girseyî kir.
Şênî ji çerxerêyê heta avahiya Komîseriya Karûbarên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê meşiyan. Meş li pêşiya avahiyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Kongra Star Emel Şemdîn axivî û berxwedana rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir û got: “Rêber Abdullah Ocalan rêya xilasiyê li pêşiya gelên bindest ên Rojhilata Navîn vekir.”