NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh daxuyaniyek da û tê de nasnemeya du şervanên xwe ku di şerê li dijî dagirkeriya Tirk li gundê gundê El-Derdare li gundewarên Til Temirê de şehîd bûne, eşkere kir.
Daxuyani wiha ye:
“Em sersaxiyê ji gelê xwe re û bi taybet malbata her du şehîdan re dixwazin û soz didin ku heta têkibirina dagirkeriyê û gihîştina serkeftinê rêya wan bişopînin.
Nasnemeya her du şehîdan wiha ye:
***
Navê Şoreşgerî: Koçber Kobanê
Nav û paşnav: Kanîwar Cûma Ello
Navê dayikê: Emşe El-Seîd
Navê Bav: Cûma
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dîroka Tevlêbûnê: Dirêbêsiyê 2015
Cih û dîroka şehadetê: gundê El-Derdare li gundewarên Til Temir 10. 12. 2021
***
Navê Şoreşgerî: Alan Can
Nav û paşnav: Ehmed Mihemed
Navê dayik: Emîra
Navê Bav: Hamid
Cihê ji dayikbûnê: Gundê Rukbê
Dîroka tevlêbûnê: Til Temir 2020
Dîroka Şehadetê: Gundê El-Derdare yê gundewarê Til Temir 10. 12. 2021