EYN ÎSA – Daxuyanî li navçeya Eyn Îsa hate dayîn. Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê ciwanê bi navê Mihemed Mehmûd ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parstinê yên Medyayê û hedefgirtina kesayetên welatparêz û Rêveberiya Xweser a Şengalê hate şeremzarkirin.
Her wiha di daxuyaniyê de bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku di yek rêzê de bisekinin da ku dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin û derfetê nedin ku xwestekên xwe di dagirkirina xakê li ser hesabê xwîna gelan, pêk bîne.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de soza bilindkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rizgarkirina hemû xakên dagirkirî da.
Dewleta Tirk a dagirker beriya du rojan erebeya Hevserokê Rêveberiya Xewser a Şengalê Merwan Bedel kir hedef û di encama wê de şehîd bû. Her wiha duh jî balafirên şer ên Tirkiyê Meclisa Gel a Xanesorê bombeberan kir.