HELEBÇE – Li Helebceyê carek din xwendevanên zanîngehê dijî nedana xerca mehane, rabûn ser xwe. Xwendevanan xwest hikumet demek ji ya din zûtir guh bide daxwazên wan.
Xwepêşandanên xwendevanên zanîngehê yên li Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Xwendevan îro li Helebceyê carek din daxwaza dayîna xerca mehane ji hikumetê kirin.
Xwendekarên li ber derê zanîngehên xwe kom bûn diyarkirin ku xerca mehane mafê wan yê herî xwezayî ye, divê hikumet guh bide daxwazên wan.
Ji xwendevanan Çiya Resul got ku xerca mehane mafê wane û divê were dayîn.
Talar Osman jî da zanîn ku ew weke xwendevanek dibistana taybet hatiye û piştgiriyê dide hevalên xwe. Talar bang li hikumetê kir ku xerca mehane ya xwendevanan were dayîn.
Xwendevana bi navê Peyvîn Burhan jî weke hevalên xwe ragihand ku desthilat cûdahiyê di xe nava civakê, divê demek ji ya din zûtir mafê wan were dayîn.
Xwendevan di çalakiyên xwe de bi israrin û dibêjin heya hikumet mafê wan nede ewê dev ji çalakiyên xwe bernedin.