BEHDÎNAN – Dewleta Tirk a faşîst bi her cure êrîşan li Kurdistanê dixwaze gel û ciwanên Kurd ji cewherê wan qut bike û bi komkujî û êrîşan tine bike. Dewleta Tirk a faşîst ku polîtîkayên xwe yên şerê taybet li dijî ciwan û jinên ciwan dimeşîne, her roj bi hejmarên pûç û vala qedandina PKK’ê radigihîne, ciwan û jinên ciwan jî bi tevlîbuna nava refên PKK’ê heqîqetê derdixine holê.
Bersiva din jî, dewleta Tirk a ku her cure polîtîkayên qirêj li ser gel û ciwanên Ereb dimeşand, ji ciwanên Ereb hat. Ciwanên Ereb dîyar kirin ku wê tola gelê Kurd û gelê Ereb li qadên gerîlla were hilanîn û bang li hemu ciwan û jinên ciwan kirin ku tevlî refên gerîlla bibin.
Ciwanan diyar kirin ku “Her malek e ku hatî wêrankirî, her welatparêzekî ku hatî kuştin û her cure êrîşên faşîst sedema tola me ye.”
Ciwanên tevlî gerîla bûn bang li hemû ciwanên Ereb kirin û gotin “Werin Cenga Azadiyê”
Bi tevahî daxuyaniya ciwanan wiha ye:
JI BO GELÊ KURDISTANÊ Û TEVAHÎ CIWANAN
Dewleta tirk a faşîst û hevkarên wî yên xeta îxanet û kontratiyê ji destêpêkê heya roja îro her dinav êrîşên qirkirin û tine kirina Gelê Kurd û talan kirina Kurdsitanê de bûne. Îro jî di her kêliyê de jiber qirkirina gel û tine kirine PKK bi hevre her cure êrîşên hovane û bê exlaq dimeşînin.
Di serdema teknîkê de çekên herî pêşketî û asta çekên herî bi bandor çekên kîmyewî ne. Faşîzma tirk jiber ku dîn û har bûye vê çeka herî bi bandor a serdemê jî heya dawî bikartîne. Ruxmî bikaranîna ewqas çekên kîmyewî jî li hember gerîllayê azadiya Kurdistanê encam negirt. Gerîlayên PKK’e bi ruh û îradeya Apogerî û afrîneriya xwe koka vê artêşa dagirker rakir û artêşa duyemîn ya natoyê di Zap, Avaşîn, metîna, Garê, û Heftanînê de ji ber vê têkoşîna gerîla îro yek bi yek baz dide.
Em wek ciwanên Arap didin diyar kirin ku wê her cure êrîşên faşîzma dewleta tirk yên bişavtin, qirkirin, wêrankirin, tacîz û tecawîzê bêbersiv nemînin; her maleke ku hatî rûxandin û her welatparêzên me yên ku hatî qetil kirin û her cure dest dirêjiya faşîzma tirk ji bo me sedema tolhildanê ye.
Em dizanin ku enîya sereke ya têkoşîna li dijî rejîma qirker û faşîst qada gerîla ye. Qada ku têkoşîna azadiyê bi awayekî çalak were meşandin qada gerîla ye. Qada ku tolhildana gelê Kurd û Ereb were rakirin qada gerîla ye. Ji ber ku qada gerîlla qada serfirazî, rûmet û serkeftinê ye.
Di bingeha bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de em diyar dikin ku em ê bi wesîleya 44. salvegera PKK’ê, bi ruhê serkeftina ciwantiyê bibin PKK’yî û teqez bi ser bikevin. Li ser vê esasê em di bigeha têkbirina rejîma faşîst û bidestxistina serkeftinê de tevli Gerîla dibin.
Di çarçoveya pêngava “Dem,dema azadiyê ye” ku pêngava parastina hebûnê û bidestxistina Azadiyê de em bang li her kesî dikin û em dibêjin hûn jî ” Werin Cenga Azadiyê” Werin cenga serkeftinê.