MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî êrîşa li ser Şengalê bi meşekî girseyî hat şermezar kirin û hat gotin, “Êrîşa li ser Şengelê, êrîşa li ser Mexmûrê ye. Êşa gelê Şengalê êşa me ye. Armanca vê êrîşê, qirkrina gelê Êzîdî, nenaskirin û tûne hesibandina îradeya gelê Êzidî ye. Li hemberê vê êrîşê divê tevahî gelê Kurd bibe xwedî helwest.”
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijî êrîşa li ser Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê meşek girseyî li darxistin. Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û di nava wargehê de berdewam kir. Di meşê de bi sedan şêniyên wargehê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîdên tevgera azadiyê û alên PKK, HPG û KCK’ê hildan. Meş li Navenda Çand û Hûner a Mexmûrê rawestiya û li wir ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan ve hat dayîn. Kaçan di destpêka axaftina xwe de berxwedana Şengalê silav kir û got: “Di nava çar rojan de dewleta faşîst a Tirk, Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Mervan Bedel hedef girt û şehîd xist. Êrîşa ku li ser avahiya Meclîsa Xweser a Xanesorê, êrîşa li ser tevahî gelê Mexmûrê ye. Êşa gelê Şengalê êşa me ye. Armanca vê êrîşê, qirkrina gelê Êzîdî, nenaskirin û tûnehesibandina îradeya gelê Êzidî ye. Li hemberê vê êrîşê divê tevahî gelê Kurd bibe xwedî helwest.”
Her wiha Kaçan got: “Em wek gelê Mexmûrê vê êrîşa li ser Şengalê wek êrîşa li ser gelê Mexmûrê dihesibînin û em vê êrîşê qebul nakin. Em bang li Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin û hişyar dikin, li erk û berpirsyartiyên xwe rabin.”
Meş bi diruşmeyên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ’Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.