PARÎS – Ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Awûstûrya, Hollanda, Belçîka û gelek welatên Ewropayê bi sedan ciwan tevlî kongreyê bûn.
Kongre di çarçoveya pêngava ‘Werin cenga azadiyê’ de bi dirûşma ‘Tolhildan rêxistinbûn e, rêxistinbûn azadiya Rêber Apo ye’ pêk hat.
Li salona kongreyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên şehîdên şoreşê hate daliqandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, dîwan hate hilbijartin û piştre Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî.
Kartal beşdarên kongreyê silav kir û bal kişand ser rola ciwanan a vê demê.
Di kongreyê de peyamek bi dîmen ji ciwanên Rojava hat û piştre jî sînevîzyona ji axaftina Abdullah Ocalan a li ser ciwanan hate nîşandan.
Di peyamên kongreyê de hate destnîşankirin ku ciwanên Kurd wê têkoşîna şoreşê ya Kurdistanê mezin bikin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her cihî rola xwe bi cih bînin.
Di kongreyê de endamên meclîsa nû ya TCŞ’ê hate hilbijartin. Kongre bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmeyan bidawî bû.