NAVENDA NÛÇEYAN –
Rûstem Başûr Nivîsand
Pergala îmraliyê, pergalekî wisa ye ku mirov nikare bi hesanî di bin şertên wê li ber xwe bide û jiyana xwe bidomîne. Lê Rêber APO wisa kiriye ku navenda îmraliyê bibe, navenda zanistî û felsefeya jiyana azad.
Bê guman ger mirov li gera dîrokê binêre ji destpêka şaristaniyê heyanî şaristaniya Kapîtalîst, di serdema hişmendiya destlhilatdariyê de Komplo wekî amûrekî bi pêşdebirina desthilatiya xwe hatiya bi kar anîn. Cara yekem komplo ji hêla kesên serdest yên modernîta Kapîtalîzim bi rêve dibîn hatiya dîtin, ku ji bona bi awayekî baş bikaribin pergala xwe bixin di bin misogeriyê de. Tevî ku di dîrokê de gelek caran em rast tên, mirovên ku li hemberî vê pergalê serê xwe hildane, yan jî ji bona azadî û wek heviyê li ber xwe didin bi riya Komplo hatine girtin û bê deng kirin. bi heman wextî rê li ber lêgerîna azadîyê jî girtine. Ermanca kesên serdest, mitînger ew e ku civakan jî nirxên wê yên kevneşop biyanî bikin, û xwe li ser hafizeya gelan bi vî rêbazî dagir bikin.
Di dîroka mirovahiyê de gelê ku zêde li beramberî Komployan, rû bi rû hatiya hiştin gelê kurd e. Di van demê ku komplo li dijî kurdan çêdibûn, her demî kurdan fatoreya giran di oxira hebûna xwe de daye, ku bi rûmet jiyan bike.
Vê carê jî dîrokê xwe bi heman rengî dubare kir, ku li hemberî Rêber APO pêk anîn. Ji ber ku Rêber APO di pêkanîna nasnameya civakekî ahlaqî de girêdayî nirxên azadî, wekhevî, Adalet û komînal e, ango Rêber APO di civaka kurd de zanistiyekî nû ya azadiyê daye qezenc kirin. Li ser vî bingehî jî di bin pêşengtiya Rêbertiyê de tevgera Azadiyê, tunebûna gelê kurd a ku ber bi qirkirinê ve diçû hate sekinandin, û gelê kurd li Rojhilata Navîn û ji bo tevahî gelên Azadîxwaz pêşengtiya tekoşînê kir.
Bê guman Ev bû 23 sal in ku Rêber APO li beramberî sîstema kapîtalîzmê tekoşînekî bê hempa dide meşandin. Ya rast têkoşîneke bêtirî 50 salî li dijî vê pergala kapîtalîzmê dide. Lewma hem hêzên serdest û hem jî dagirkeriya tirk, dewleta Tirk rê nade bi Rêber Apo re hevdîtin pêk were. Ji ber ku dizanin ger hevdîtin çêbibe, bandora Rêber Apo wê li Rojhilata Navîn û giştî Kurdistanê ji bo çareseriya netewa demokratîk hîn bi leztir bibe bersiv. Ji ber vê yekê ye fikirên Serokatî li pêşiya berjewendiyên xwe asteg dibînin ku nahêlin hevdîtin pêk were. Rêber APO dabû diyarkirin: “dewlet rê nade yek gotinên min derkeve dervî giravê.” Yanî meriv dikare texmîn bike ku şerê herî dijwar li girava îmraliyê tê meşandin.
Hemû armanca dewleta Tirk, ku di navê de hêzên Kapîtalîst ew e fikirên Rêber APO çarmîx bikin, û ramanên wî tine bikin. Lê rastiyekî domdar e ku Rêber APO hizirên xwe gihandiya astekî jorê, ku modernîteya Kapîtalîst xistiye nava çembera xwe.
Ev komploya ku bi destên hêzên navnetewî ve hate pêkanîn, bi awayekî rast dişibe efsaneya Pirometheus. Çawa ku Pirometheus ji bona Azadiya mirovahiyê, ji xwedayan agir dizî û cigera wî bi qertalan dane xwarin. Îro jî li girava îmraliyê heman, tiştî pêk tînin û wekî bûyerekî rewa ku her car diqewime dihesibînin.
Di vê dema derbas bûyî de pilanên dewleta Tirk ku li ser Rêber APO dide pêkanîn, pêwîste her kes helwesta xwe ya dîrokî li hemberî van pilanan bînin cî, ku wan êrîşan li ser xwe bihesibîn.