QAMIŞLO – Meşa dirêj a ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye destpêkirin bi coş û moral ve didome. Meşa ku ciwanên Rojava bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê” li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst dest pê kir, îro di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir.
Çilaxa yek ji stûnên meşê bû ku ciwan di her rêyeke ku derbas dibûn rastî eleqeyeke mezin dihatin. Weke Ajansa Nûçe Ciwan em bûn şahidê vê heyecana ciwanan.
Ciwanên ku me mîkrofon dirêjî wan kir, di têkoşîna li dijî Komara Tirk a faşîst de peyama biryardariyê dan.
Peyamên ciwanan bi giştî wiha ye:
Ciwanên ku me mîkrofon dirêjî wan kir, di têkoşîna li dijî Komara Tirk a faşîst de peyama biryardariyê dan.
Musatafayê bi Kobanêyî da zanîn ku ew li dijî tecrîda li ser Rêbertiyê dimeşin û wiha got:
Navê min Mistefa ye, ez ji Kobanê me, îro roja duyemîn a meşa me ya dirêj e. Em weke Ciwanên Şoreşger tecrîda li ser Rêber Apo ti carî qebûl nakin. Meşa ku me li herêma Cizîrê ya Ciwanên Şoreşger da destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de didome. Meşa me wê sibe jî berdewam bike. Armanca meşa me tecrîda li ser Rêbertî ye. Em bi coş û moral dimeşin. Ti hêz wê nikaribe biryardariya me bişkîne. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger em ê bi ser bikevin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Bijî berxwedana gerîla.
Jina ciwan a bi navê Rodîn bal kişand ser îradeya xurt û wiha domand:
Navê min Rodîn e. Ez jî ji Kantona Kobanê beşdarî vê meşê dibim. Sedema meşa me ya sê rojan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser qada gerîla û tecrîda li ser Rêber Apo ye. Em jî weke ciwanên Kobanê û Herêma Cizîrê beşdarî vê meşê bûn. Ji bo şikandina van êrîşan, parastina hevrêyên xwe û silavkirina berxwedana gerîla em beşdarî vê meşê bûn.
Dîsa nêzî 2 meh in PDK’ê cenazeyên şehîdên me radestî malbatên wan nekiriye. Çalakiya nobedê ya li Sêmalka didome. Malbat li benda wergirtina cenazeyên xwe ne. Em jî ji bo wê dimeşin. Em careke din Komara Tirkiyeyê û hevkarên wê şermezar dikin û dibêjin ku em ê weke Ciwanên Şoreşger heta dilopa xwîna xwe ya dawî li berxwe bidin. Ciwanên Şoreşger Rêber e û heta Kurdistan neyê rizgarkirin wê ranaweste.