MÊRDÎN – Operasyona ku dewleta Tirk a dagirker 11’ê Kanûnê li Çiyayê Bagokê ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dayî destpêkirin didome.
Diyar bû ku tîmên taybet û jender me li hin cihên herêma bejahî bi cih bûne û bi rojan e li herêmê tevgera helîkoptêran heye.
Hate ragihandin ku 12’ê Kanûnê balafirên şer ên dewleta Tirk derdora goristana gerîlayên HPG-YJA Starê bombe kiriye. Her wiha hate gotin qada di navbera gundê Marînê û Xirbê Xelo de jî hatiye bombekirin.
Jêderên xwecih gotin kepçeyek şandine herêma ku tevgera leşkerî lê didome û bi kepçeyê Şikefta Silo ev 2 roj in tê kolandin.