NAVENDA NÛÇEYAN –
Muhabat Gabar
Parastin çiye, ji bo çi parastin? Di kîjan şert û mercan de parastina rewa dikeve meriyetê? Niha di civakê de asta parastina rewa çawa ye? Ji bo parastina rewa hîn zêdetir bê pêşxistin pêwîstî û erkên dikevin ser milan çi ne? û hwd. Pirsên ku mirov dikare lê zêde bike pir in. Di vê pêvajoya ku em têre derbas dibin û em dîrokî binavdikin de rast pênasekirin û rêbazên di cih de bikar anîn pêwîstiya civakan, bi taybet jî pêwîstiya civaka Kurde.
Parastin yek ji taybetmendiya zindiyên di gerdûnê de dijîn a herî serekeye. Bi xwedîkirin û xwe zêdekirinê ve girêdayîji bo ku her zindiyek xwe bide jiyandin pêwîstiyek herî xwezayî parastina xwe ye. Ev pewîstiya xwe zêdekirin, xwe têrkirin û xwe parastinê di mirov de civakîbûn pêş xist. Ji ber ku, hêza mirov a fîzîkî li gor zindiyên din lewaztire, ketina nava van çalekiyan bi xwe re pêşxistina mêjî jî anî. Bi pêşketina mêjî re tevgera li gor pêwîstiyan jî pêş ket.
Parastin û êrîş dinava têkîliyekêde ne. Mirov nikare ji hev qut bigre dest. Cihê êrîş lê hebe parastin dikeve meriyetê. Li ser rûyê cîhanê her zindiyek ji bo jiyana xwe bidomîne û xwe bigihîne rojên nû pêwîste ku li hember êrîşên têne lidarxistin bikeve nava parastinê. Ev taybetmendî di hemû zindiyan de heye, xwezayî ye û pêwîstiyeke herî gerdûnî ye. Bes dema em bi derketina pergala dewletparêz şûnve mêze bikin ketina civakê û jixwe dûrketina civakê bixirabkirina pergala parastinacivakî re destpê dike. Civakek an jî kesek parastina wî/wê li hember êrîşan nebe, dawiya wî/wê tinebûne, helandine, bi pergala heyî re bûyîna yeke. Ji bo vê yekê jî pergala dewletparêz wek destpêk êrîşê mekanîzmeya parastina civakê dike. Û paşê jî bi her awayî êrîşên aborî, çandî, siyasî, civakî û hwd. pêş dixe. Bi vî şeklî civakê bi her alî ve dixe bin bandora xwe û wek kole ji xwe re bikar tîne.
Ji bo civak parastina xwe pêş nexe pergala baviksalarî her tiştekê dike. Avakirina artêşan jî divê çarçoveyê de, mirov dikare bigre dest. Xwe wek hêza parastina civakan binav dike. Bes ya rastî, ne ku parastina civakê dike, ji her milî ve civakê ji cewherê wê dûr dixe û bêbandor dike. Bi temamî jibo berjewendiyên pergala dewletparêz bixîne jêr ewlehiyê tevdigere. Ya rast heger di çarçoveya berjewendiyên civakê de kar kiribûna, zor, zilm û mirin belav nedibû. Dema artêş tê gotin şer tê bîra mirov. Dema şer tê gotin jî mirin, talan, xesp, îşkence û hwd. tiştên gelek nebaş tên bêriya mirov.
Parastina rewa nabe ku di bin bandora yek beşê de be. Parastina xwe hewaleyî hindek kesan kirin dawiya xwe amadekirin e. Hemû beşên civakê; çi ciwan, çi kal û pîr, çi jin, çi mêr her kes di ve mijarê de berpirsyare ku parastina xwe bike û hîn zêdetir pêş bixe. Niha eger civak li hember dewletê ewqas bêbandore,ev sedemê xwe yê bingehîn ji têkçûna parastina civakê digre. Parastina xwe daye destên serdestan. Serdest jî nabe ku berjewendiyên civakê biparêzin. Tê zanîn ku serdest jibo hîn zêdetir xwe bi cihbikin û xwe dewlemend bikin, tiştê ku nekin nîne. Mirina mirovan, qirêjbûna xwezayê, xespkirina nirxan ji bo wan wateya xwe nîne. Ji bo wan tişta watedar ew e ku bandora xwe li ser civakê hîn zêdetir bikin. Bes ya rastî ew e ku bêyî civakê dewlet ne tişteke, dewlet beyî civakê nikare yek gav bavêje. Lê belê, civak bêyî dewletê jî dikare xwe bide jiyandin. Em li pêvajoya beriya pergala dewletparêz mêze bikin, civaka xwezayî xwe bêyî dewlet, bi xwezayêre yek, di nava qanûnên gerdûnîde birêve dibir. Berdewamkirina jiyana xwe jî bi parastina xwe ya rewa dida çêkirin. Li benda kes an jî hindek beşan nedihişt. Xwe bi xwe diparast û jiyana xwe berdewam dikir. Jiyana xwezaya civakî jî jiyaneke azad, hevpar û watedarbû. Ji bo vê jî parastina rewa erk û berpirsyariya her kesê/î ye. Civak hemû ji parastina xwe barpirsyare.
Wekî destpek famkirina parastina rewa, di aliyê zihnî de xwe li hember êrîşan amadekirin, rêxistina xwe avakirin û di vê çarçoveyê de ketina nav çalekiyan, tiştê ji civak û kes tê xwestine. Zihniyet avakirin têr nake. Ya hewce rêxistina xwe pêkanîn e. Civakbûna mirov bixwe jî wek rêxistina destpêkê,em dikarin bigrin dest. Ji ber hindek pêwîstiyan mirov hatine cem hev û yekîtiyek avakirin. Ji vê yekîtiyê jî hêz avakirin. Ev hêza mirov bi pêşketina mêjî re gihişte asta herî jorê. Rêxistin tenê ji bo kesan nabe, ji bo giştî civakê derbasdare. Kes an jî civakek rêxistina xwe ava nekiribe, nikare êrîşên pêş bikevin jî bibîne. Dema êrîşan nebîne jî ew kes an jî civak dê bi her cure êrîşan re rûbirû bimîne. Rêxistinbûna kes an jî civakê li hember van êrîşan sekna rast e. Di dem û cih de xwe ji bo bersivdayînê amadekirine.
Rêxistinbûn bi çalekî divê ku bikeve merîyetê. Heger rêxistinbûn hebe, lê li hember van êrîşan bersivdayîneke rast û di cih de nebe, çi wateya wê rêxistinbûnê jî nîne. Ketina nava liv û tevgerê pêwîst e. Ew jî encex bi çalekî dê bibe. Gelek şêwazên çalekiyan hene. Dibe ku bê pirsîn kîjan çalekî. Li gor dem, pêvajo û cih rêngê çalekiyan diyarkirin pir girînge. Wek mînak ger çek li hember mirov bê bikaranîn nabe ku parastina xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê, an jî protestokirin bê kirin. Di vê çarçovê de rengê çalekî diyarkirin muhim e.
Niha em dema vê rewşa heyî di civaka Kurd de şênber(somut) bikin, em ê rastiyê hîn zêdetir bibînin. Niha asta ku gelê Kurd gihîştiyê asteke bilind e, lê têr nake. Jiber hîna jî li hember êrîşên ji milê dewletê ve têne lidarxistin bersivdayînek rast û di cih de çênebûye. Wek gêrîla dibe ku li ser çiyayan parastina nirxên Kurdên azad têkirin, lê belê ev bes nîne. Me got nabe ku parastin ji yek milîre bê hiştin. Her kes ji parastina xwe berpirsyar e. Gêrîla vê erka xwe bi cih tîne û dê bi cih bîne jî. Elbet divê her kes xwe berpirsyar bibîne û bersiv bide êrîşên dewletê.
Di vê dema dawî de li Kurdistanê gelek êrîş li hember Kurdên Rojava tê lidarxistin. Xaka Kurdistanê her roj di bin bombebarana çeteyan de ye, roj nîne ku hinek welatparêz nayên kuştin. Bi vanve girêdayî zarok li çol û çiyan tên qetilkirin, tecawiz li dayîkan tê kirin. Dewlemendiya xwezaya Kurdistanê tê talankirin, ji milê aborî ve tiştek nehatiye hiştin. Li Tirkiyê jî heman rewş berdewam e. Ziman qedexe ye, çanda heyî dixin bin tekelê xwe û hwd. gelek êrîşên bi vî rengî tên pêşxistin. Bes em li bersivdayîna heyî binêrin, li her cihê li beramberî êrîşên li ser nirxên Kurd ku di esas de tiliya dewleta Tirk tê de heye, bersivek ku dewletê bihejîne çênabe. Bi daxûyaniyên çapemeniyê, meş, mitîng, çalekiyên rûniştinê û hwd. nabe bersiva demê were dayîn. Dem ne dema çalekiyên pasîf in. Hîn çalaktir û bi bandortir çalekî pêwist in. Ev jî bi biryardariyê ve girêdayî ye. Dema biryardariyeke xurt hebe ti kes nikare pêşiya mirov û civakê bigire. Niha gelê Kurd biryara xwe daye ku azad bijî. Bi pergalên statûkoparêz re nabe ku di bin van şert û mercande bijî. Dibêje ‘An azadî yan azadî’. Ji vê pê ti tiştî nagire ber çavê xwe. Bes pêwîstiyên vê hene ku were pêkanîn. Ew jî li gor demê, li gor pêvajo û cih,bikeve nav tevger û çalekiyê. Çalekiya demê jî parastina xwe ya cewherî avakirin û bi şeklek herî aktîf û bi bandor tevlî pêvajoya parastina şoreşa Rojava bûyîne.
Ev gel dikarê xwe birêve bibe. Pêwîstiya xwe bi çi kesan nîne. Ji bo vê jî tişta sereke ew e ku em saziyên dewletê bê bandor bikin û şûna wan bi hêza civakê dagirin. Yekîneyên parastina rewa dê bersiva her cure êrîşan bide. Çi eskerî, çi aborî, çi çandî, çi jî siyasî be ferq nake. Yekîneyên parastina cewherî dê bersiva her cure êrîşan di dem û cih de bidin. Dê hêzên desthilatdar rehet rehet nikaribin bikevin nav kolanan û welatparêzan bigrin binçavan. Li hember vê dê parastina tax, kolan, mal û malbatan hebe. Her malbat xwe ji derdora xwe berpirsyar bibîne.
Heger çek li hember nirxên me bikartînin, emê jî çek li hember wan bi kar bînin. Kevir be kevir, kêr be kêr, dar be dar… Ew bi çi bi sermede werin em ê jî bi wê çekê bi ser wan de biçin. Bes di çarçoveya parastinê de. Parastin esase.
Pêwîste her kes vê rastiyê baş bibîne. Ya/yê kû welatê wî/wê hatî dagirkirin em in, ya zimanê wî/wê hatî qedexekirin emin, yê çanda wê li ber qirqirinêye em in, yê li ser xaka xwe weke penaber dijî emin. Di her milî de têkoşîna me têkoşîneke mafdare û rewaye. Ê terorîst, ê katil, ê xespkar, ê zordar ewin. Ji bo vê jî her curê bersivdayînê heq dikin. Û emê mafê xwe yê parastina rewa heya dawiyê bikarbînin. Ti kes jî nikare pêşiya vê tekoşînê bigre. Yê ku xwe bide pêşiya vê tekoşînê dê ew jî li ber vê herikînê biçe. Ji her milî ve, em tekoşînek rewa û mafdar didin meşandin. Yê ku berovajî vê tevbigere û tekoşîna gelê Kurd wek tekoşîneke bêwatê bide nîşandan di nava xefletekê deye û dawiya wan jî têkçûyîne.
Parastina rewa mafê her zindiyeke rewa ye ku li ser rûyê cîhanê dijîn. Niha bi stratejiya parastina rewa gelê Kurd hîn zêdetir ber bi azadiya xwe ve diçe. Bi zanebûneke rast, rêxistinbûneke xurt û çalekiyên di dem û cih de, ev têkoşîne dê hîna zûtir bigihîje encamê. Encam jî azadiya gelê Kurd û gelên bindeste.