STENBOL – Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi giranî didome. Bi tecrîda ku di şexsê Rêberê Gelan de tê meşandin, tê xwestin ku gelê Kurd teslîm bibe.
Li dijî tecrîdê çalakî mezin dibin. Ciwanên welatparêz bi çalakiyên xwe yên li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê bertekên xwe nîşan didin. Ciwanên welatparêz vê carê li Okmeydaniya Stenbolê karê nivîsandin û çapê kirin.
Di dema ku nivîsên “Silav li roja me, têkoşînê bidomînin” û “Vexwendname ji bo berxwedanê di nav refên PKK’ê de heye” hatin rojevê, bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xebatek çapê hat kirin.