STENBOL – Hat diyarkirin ku li Zanîngeha Stenbolê komek faşîst hewl dan êrîşî xwendekaran bikin. Hat diyarkirin ku li ser aloziyê xwendekar ji aliyê polîsan ve ji zanîngehê hatin derxistin.
Înîsiyatîfa Xwendekaran a Stenbolê li ser hesabê xwe yê medyaya virtual daxuyanî da û got, “Çeteyên faşîst ên Zanîngeha Stenbolê bi desteka rêveberiyê û di bin parastina polîsan de êrîşî xwendekaran dikin.”
Înîsiyatîfê diyar kir ku hêzên çevîk li zanîngehê asteng kirine û got, “Polîs hewl dide xwendekaran ji dibistanê derxîne. Zextên we wê me têknebin! Beyazıt û Cebeci jî yên me ne! Ew ê yên me bimînin! Polîs û asayîşa taybet di bin gefa faşîstan de xwendekarên şoreşger ji dibistanê derxistin û derî li wan girtin. Em vê senaryoyê dizanin. Çawa me berê li Beyazîtê kir, em ê deriyên ku we li ser me girtine jî bişkînin.”