ŞIRNEX – Gerîlayê HPG’ê Osman Salcûk di 2’ê îlona 2020’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û di goristana Bêkesan a taxa Bahçelîevler a Şirnexê de hatibû definkirin.
Cenazeyê gerîla Salcûk piştî 15 mehan radestî malbata wî hat kirin. Piştî ku mînaka DNA’yê ya ku malbata wî dabû ya wî hev girtin li cenazeyê gerîlayê HPG’ê Salcûk ji goristana bêkesan hat derxistin û radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê gerîla Salcûk li goristana Başak a taxa Nûhê ya Silopiyayê di bin dorbêça polîsan de hat definkirin.