NAVENDA NÛÇEYAN –
BEHDÎNAN – Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi berxwedana xwe destan dinivîsîne. Dewleta Tirk a dagirker ku her cure êrîşên qirêj pêş xistiye, nikare xwe ji lêdana gerîla rizgar bike. Dewleta Tirk a dagirker her çendî hewl dide derbeyên ku li gerîla xwar bi hejmarên ne rast veşêre jî, nikare têkçûna xwe veşêre.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku dibêjin wan bi hejmarên ku êdî nikarin hesab bikin bi dawî kirine, her roj bi tevlêbûnên nû mezin dibe. Ciwan û jinên ciwan bi tevlîbûna nava refên PKK’ê bersiva her cure polîtîkayên qirêj dayinê didomînin.
Li ciwan û jinên ciwan ên ku bi daxuyaniyan ve dane ragihandin ku tevlî nava refên PKK’ê bûne, komeke nû ji wan hat zêdekirin. Ciwan û jinên ciwan ên Efrînê gotin, “Weke ciwan em dizanin ku di vê têkoşîna parastina rûmeta gelên Kurdistan û cîhanê de erk û berpirsyariyên me hemûyan hene.” Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku bi dirûşma “Werîn Cenga Azadiyê” tevlî nava refên gerîla bûne.
Daxuyaniya ciwanan bi tevahî wiha ye:
Ji bo tevahî ciwanên Kurd û gelê me yê welatparêz
Dewleta Tirk a dagirker, qirker, faşîst, şerê qirkirina gelê Kurd wek her demê didomîne. Ji ber vê sedemê ye ku her roj liser Jin, Ciwan, gelê me, her bostek axa me rojane êrîşên xwe yên hovane dimeşîne. Dewleta tirk a faşîst û dagirker Jin, ciwan, gel û her perçeyek vê axa pîroz tenê layîqê mirin û qirkirinê dibîne û her roj ji bo vî kar dike. Ji bo serxistina vê armancê tevahiya hêz û derfetên xwe yên aborî, îstîxbaratî, leşkerî xistiye meriyetê.
Ruxmî tevahî hêz, derfet û her cure rê û rêbazên şerê taybet jî di çiyayên azad yên Kurdistanê de li hember berxwedan û têkoşîna gerîlayên qehreman neçar ma. Gerîlayên azadiya Kurdistan bi ruhê ciwantiya Apoger fermana vê hêza duyemîn a Natoyê anîn. Bi berxwedan û têkoşîna destanî ku didin meşandin de tola salan ji faşîzma qirker a tirk digirin. Artêşa wan ya ku bi tavahî teknîka serdemê ve hatiye xemilandin, li hember îrade û ruhê mîlîtanên Apoyî neçar bûye.
Me jî wek ciwanên Kurd bi vê berxwedan û têkoşîna gerilayên azadiya Kurdistanê dide meşandin erk û berpirsiyartiyên xwe hîskir. Em gihan wê zanebûnê ku têkoşîna ji bo rûmet û kerameta Gelê Kurd û tevahi gelan parastinê tê meşandin erk û berpirsiyartiyên me tevahî ciwana ye.
Azadiya Rêber Apo ji bo me mijara hebûn û tinebûyê ye. Wek Ciwanek Kurd bêyî azadiya Rebêr Apo ji xwe re jiyan qebûl kirinê em wek bê rûmetî dihesibînin û ji bo azadiya Rêber Apo, tola Şehîdên Kurdistanê û li hember her cûre tacîz û tecawîza ku li ser gelê me û welatê me tê kirin bi gerîlabûnê, bi tevlêbûna PKK’ê bersiv didin. Ji ber yekane rêya rûmet û azadiyê gerîlabûne. Ji ber ku gerîlla hêza parastin û mezin kirina tevahî nirx, rûmet û şerefa gelê Kurd û tevahî mirovatiyê ye.
Em îro di salvegera 44. a damezirandina PKK’ê ku ji bo me vejina nû ye de tevli PKK ê dibin. Em di çerçoveya hemleya Dem dema Azadiyê ye de, Bi şiyara “WERIN CENGA AZADİYÊ” tevli refên gerîlla dibin. Jiber ku ev ceng cenga ser firaziyê ye, cenga rumet û kerametê ye, cenga serkeftin û azadiya gelê Kurde. Em bang li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin ku hun jî werin di vê cenga rûmet, azadî û serkeftinê de cihê xwe bigirin.
Serkeftin ya gerîllayên azadiya Kurdistanê ye, serkeftin ya PKK’ê ye.