SILEMANÎ – Di 17’ê îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker. Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) 17’ê Îlonê serê sibehê saet di 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîdxist.
Ev 92 roj in bi ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) re derbas bûn. Lê hîn jî kujer nehatine girtin. Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê di 10’ê Cotmeha 2021’an de bi daxuyaniyekê ragihandibû heya kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, ew ê her hefte li cihê Şukrî Serhet lê hatî qetilkirin, çalakiyan li dar bixin. Çalakiya yekem di 17’ê Cotmeha 2021’an de destpê kir.
Îro jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin kombûn û çalakiyek lidarxistin.
Li cihê bûyerê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin; “Em îro ji bo bîranîna şehîd Serhed Şukrî ku tevahî jiyana xwe pêşkêşî şoreş û parastina destkeftiyên şehîdan kiribû, li vir in. Lê ev 92 roj in bi ser şehîdxistina Şehîd Şukrî re derbaz dibe, hîn jî kujer nehatine girtin. Desthilata Herêma Kurdistan û saziyên ewlekariyê heya niha derbarê bûyerê de ti agahiyek belavnekiriye, bêdengiya raya giştî jî dikeve xizmeta nokertiya ji bo dijmin. Em Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê, dost û hevalên şehîd Şukrî, bêdeng û bê helwest namînin. Em veşartina belgeyan ya ji aliyê saziyên ewlekariyê ve bi tundî şermezar dikin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Em li vir radigihînin, heya kujerên şehîd Şukrî Serhed neyên eşkerekirin, destê xiyanetê ê pişt bûyerê neyê ronîkirin, wê çalakiya me dewam bike.”