ŞEHBA – Konferansa duyemîn a Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi avakirina meclisa nû ya tevgerê bi dawî bû.
Konferansa duyemîn a Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê vê sibehê bi dirûşma “Bi pêşengiya ciwanên Apoyî, em ê şerê gel ê şoreşgerî bi ser bixin û şoreşa çandî misoger bikin” li hola Mîtan a navçeya Ehdas a Şehbayê dest pê kir.
Di konferansê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd rewşa siyasî nirxand.
Endamê rêveber ê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê Xandî Elo rapora xebatên tevgerê yên du salan ên li tevahî dibistanên herêmê û çalakiyên wan xwend.
Paşê sinevîzyonek li ser berxwedana gerîla û rola ciwanan di berxwedanê de hate pêşandan.
Beşdaran têkildarî rewşa rêxistinî ya salên borî û astengiyan nêrînên xwe parve kirin.
Endama tevgerê Hura Nasan rêzikanemaya tevgerê xwend. Endamê dîwana konferansê Ehmed Kor Miso biryarên konferansê xwend û deriyê nîqaşê hate vekirin.
Konferansa bi hilbijartinên endamên Meclisa Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dawî bûn, ku ji her dibistanekê re du rêveber hatin hilbijartin. Xandî Elo û Ranya Weys wekî hevserokên meclisa tevgerê hatin hilbijartin.
Konferans bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.