NAVENDA NÛÇEYAN –
Harûn Apoyî Nivîsand
Sêmalka yek ji çekên herî bi hêz ya MÎT’a Tirk û Parastinê ye!
Ji destpêka şoreşê ve, Daîreya şerê taybet ya Tirkiyê û saziya xiyanetê PARASTIN, polîtîkayek taybet li dijî gelê Rojava hazirkirin û xistina meriyetê, armanca ji vê polîtîkayê ew bû ku, dorpêça aborî bike, birçî bike, aramiyê tê bide, koçber bike, li kampan bike çete û ajan. Bêje vaye Rojava vala dibe, jiyan xirabe û pê re destek bide DAIŞ, CEBHET EL NUSRA Û ÇETÊ CEYŞ EL KUR. Bi reya Ketîba Selahaddîn û Ehfad Berzanî û Lîwa Mişel Temo û her wiha vê polîtîkayê wiha destpê kir. Dema faşîzma Tirk dîwarê batonê di nav Bakur û Rojava de ava kir, Barzanî jî xendeq li nav Başûr û Rojava koland. Ma qey wê demê Ciwanê Şoreşger gotin xendeq bikole!
Pişt re çembera li dor Rojava firset dît, ji bo ku petrola Rojava bi erzanî ji xwe û malbata Erdogan re talanke deriyê Sêmalke vekir. Di heman demê de ji bo Rojava ji gel vala bike, ji Tirkan re bike Çetê Roj. Ji wê demê ve ev bi hezaran care hevkarê şerê taybet yê MÎT’a Tirk deriyê Sêmalka digrin û vedikin. Ma qey hertim Ciwanên Şoreşger ji mala Berzanî re gotê şerê xiyanetê yê taybet li dij Şoraşa Kurdên Rojava bimeşîne?
Ciwanên Şoreşger ne sedem e. Lê istîxbarata Tirk ya faşîst wiha dixwaze. Ji van hemû polîtîkayên şerê taybet armanc ji destpêka şoreşê heta niha ewe ku, Berzanî û Erdoğan îradeya Kurdên Rojava a azad teslîm bigre. Lê wan hesab nekir, li vir civaka APOYÎ heye ku ji sekna li Îmraliyê fêr bûne serî netewandinê û ji bilî jiyana azad,tî tiştê qebûl nekirinê heye. li van deh salan ev tişt îsbat kir û ev bersîv da, Erdoğan Berzanî û çeteyên wan.