MAHABAD – Xelkê bajarê Kamyaran ya Rojhilatê Kurdistanê piştî belavbûna nûçeya darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanê, li ber derê mala Heyder Qurbanî kombûn û bê navber dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ qêriyan.
Duh rejima Îranê girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî li girtîgeha navendî ya bajarê Sine bi darve kir. Dezgeha Dadê ya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê darvekirina Heyder Qurbanî piştrastkir.
Piştî belavbûna nûçeya darvekirina Heyder Qurbanî, xelkê bajarê Kamyaran ya Rojhilatê Kurdistanê li ber derê mala Heyder Qurbanî kombûn. Welatiyan bê navber dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ qêriyan û nerazîbûna xwe dijî darvekirina Qurbanî anîn ziman.
Hêjayî gotinê ye Heyder Qurbanî bi “Endametiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î)” û “muxalefeta” li dewleta Îranê di hate sûcdarkirin. Heyder Qurbanî 16’ê Cotmeha 2016’an hatibû girtin û xelkê Kamyaran ya Rojhilatê Kurdistanê bû.