ŞENGAL – Ciwanan li gund û navçeyên Şengalê bi pirtûkxaneyek gerok, pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, belav dikin.
Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî bi pirtûkxaneyek gerok, pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li gund û navçeyên Şengalê li welatiyan belav dikin.
Ciwanan destpêkê berê otobusa xwe dan navçeya Sinûnê, li wir ciwanan mêz danîn û pirtûkên Rêber Ocalan belavkirin. Ciwanan piştî Sinûnê, pirtûkxaneya xwe ya gerok birin Xanesorê, tê payîn di nava 3 rojan de ciwan li tevahî gund û navçeyên Şengalê bigerin.
Derbarê armanca sereke ya belavkirina pirtûkan de, endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Elî Xêrî axivî û got; “Fikir, raman û felsefeya Rêber Apo ji gelê me gelek girînge, me xwest bi vê çalakiya xwe her kes fikir û ramana Rêber Apo bixwîne û bizane. Ev çalakiya me ji aliyê xelkê ve bi germî tê pêwşazîkirin. Ji ber ku baweriya me ewe, fikir û felsefeya Rêber Apo dikare me ji fermanan xilas bike.”