NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan Faaliyetên xwe yên perverda ciwanan didomînin. Li rojavayê Kurdistanê de ji bo ku ciwanên zane û îdeolojîk kar û xebat didomin.
Bi her awayî ji bo zanebûn, polîtîk bûn û îdeolojîkbûna ciwanan, xebatên Ciwanên Şoreşger bi rêk û pêk berdewam dike. Bi devreyên perverdeya û gelek faaliyetên cûda ve bi her şêweyî avakirina Ciwaka Polîtîk û Exlaqî tê armanc kirin. Ev armanc dê pêşengtiya ciwanan de bê pêk anîn.
Bi vê armancê Tevgera Xwendekaran li Qamişloyê û Hesekê munazarayek pêk anî. Munazara di navbera di koman de pêk hat. Nîqaşên ciwanên xwendekar bi qasî saetek berdewam kir. Piştê munazarayê ciwanên serketin bi pirtûkan ve hatin xelat kirin.