NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:
“Ji demeke dirêj ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Zirganê û gundên wê topbaran dikin. Bi van êrişan hewl didin niştecihên wê koçber bikin, mîna ku li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kirine. Artêşa Tirk êvara roja Sêşemê 21’ê Kanûnê bi hemû cûreyên top, obîs û moşekan bajarok topbaran kir. Derdora 30 top li bajarokê ketin. Di encama topbarana hovane de ziyanên mezin gihaştin milkên sivîlan, mêrekî bi teman û du jin şehîd bûn û 10 sivîlên din birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn van kiryarên bi sûc ên li dijî şêniyên me yên li bajarokê Zirganê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî dikin ku bi lez bikeve tevgerê, li hemberî wehşiyeta dewleta Tirk û leşkerên wê bisekine û herkîna xwîna sivîlan rawestîne.”