NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Piştî ku hevrêyên me li OPCW’ê mafên xwe yên demokratîk bi kar anîn û çalakiyên aştiyane lidarxistin, piştî Elmanya û Fransayê li Hollandayê jî hiqûqa dijminatiya li Tevgera Siyasî ya Kurd kete dewrê û pênc hevrêyên me hatin krîmînalîzekirin û girtin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hevrêyên wan ên li OPCW’ê hatin destgîrkirin, êşkence li wan hate kirin, tevî vê yekê jî nehatin dermankirin û hate gotin, “Her rêyên ji bo têkilîdanîna bi hevrêyên me yên girtî hatine qedexekirin. Bi telefonê yan jî bi rengekî cuda hevdîtin hatiye qedexekirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weke Tevgerên Ciwanan ên li Ewropayê TCŞ û TêkoJIN dest bi pêngava ‘Têkoşîna gelê Kurd sûc nîne; deng bide’ kirine. Divê gelê me xwe li dora vê pêngavê bi rêxistin bike û li dijî durûtiyê xwedî li hevrêyên me yên girtî derkevin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêla destgîrkirinê ya li Ewropayê tenê bi xwedîderketina gel a li hevrêyên wan ên girtî û xurtkirina vê pêngavê dikare bê têkbirin.