BEHDÎNAN – Dewleta Tirk a dagirker ku ji aliyê gerîlayên YJA-Star/HPG’ê ve têk çû, bi şerê xwe yê taybet dixwaze jin û ciwanan ji tevgera azadiyê dûr bixe.
Li aliyê din jinên ciwan û ciwan kom bi kom tevlî nava refên PKK’ê dibin û li dijî şerê taybet, dagirkerî û faşîzmê bersivê didin.
Me sedema tevlêbûnê, hest û ramanên jinên ciwan ên ku duh bi daxuyaniya xwe re ragihandin ku ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên azadiyê bûne, wergirtin. Jinên ciwan diyar kirin ku ew di bin bandora fikrên Rêberê Gelan û rêhevaltiya PKK’ê de tevlî nava refên gerîla bûne û bal kişandin ser wê yekê ku ji bilî çiyayên azad ti cihek ku jin lê azad bibin nîne. Divê hemû jinên ciwan cihê xwe di nava refên gerîla de bigirin.
Îsyan Sosin’a ku li Qamişlo tevlî refên gerîla buye wiha domand:
Navê min Îsyan Sosin e. Ez ji bajarê Qamişlo tevlî nav refên gerîla bûm. Sedema tevlîbuna min jî; Dema min Rêber Apo nas kir, ez pir bi bandor bûm. Min rastiya civakê, rastiya jinê,rastiya dijmin nas kir û bi taybet di vê pêvajoya şer de.Şerê ku li çiya tê meşandin û ji sekn û berxwedana gerîla ez pir bi bandor bûm. Di vir de min wek jinek ciwan xwe berpirsyar dît ku ez tevli vê berxwedanê bibim. Ji bo vê jî banga min li hemû jinên cihanê re û bi taybet ji jinên Kurd re; tevli vê berxwedanê bibin.
Da ku hûn xwe azad bikin,civaka xwe azad bikin, vî dijmin hov têk bibin û ji welatê xwe derxînin.
Delîla Cengdar a ji Kobanê tevlî nava refên gerîla bû, diyar kir ku ew ji rêhevaltiya PKK’ê bandor bûye û hest û ramanên xwe wiha anî ziman:
Navê min Delîla Cengdar e. Ez ji bajarê Kobanê me. Ez nû tevli nav refên gerîla bûm.S edema tevlîbûna min; Hevaltiya PKKyê bû. Bi rastî jî gava mirov ji dûr ve li PKKyê mêze dike, jiyaneke pir cuda ye. Lê gava ku mirov dikeve nava wê jiyanê, jiyaneke pir xweş e.Bi taybet, ev jinên ku li çiyê şer dikin; sekna wan jinên berxwedêr bandoreke mezin li min kir. Min jî ji bo gel û welatê xwe, xwe berpirsyar dît. Ez bang li tevahî jinên cihanê dikim: Tevli nava refên Gerîla bibin, ji ber ku di nava civakê mafên jinan hatine tunekirin.Jin tê tecawizkirin, tê qetilkirin û mafê her jinê heye ku berê xwe bidin Çiyayên Azad.Ji bo ku xwedî mafên xwe derkeve, xwedî li xwe derkeve, xwedî li dîroka xwe derkeve. Divê em hemu jin xwe berpirsyar bibînin û li hember dijm dijminê ku şerê taybet li ser gelê me, li ser jinên ciwan dimeşîne derkevin û em bibin bersiveke mezin. Ev şerê ku li çiyayên azad dimeşîne, bi çekên giran û kimyewî li Avaşin, Zap û Metîna dimeşîne.Pêwîst e em hemû jinên ciwan xwe ji bo vî şerî berpirsyar bibînin û em bibin pêşengê gelê xwe.
Bêrîtan Amed diyar kir ku di sala 2019’an de li dijî dagirkeriya Serêkaniyê hêrseke mezin hîs kiriye û ji bo vê ji Serêkaniyê tevlî nava refên PKK’ê bûye û wiha dewam kir:
Navê Min Berîtan Amed e.Ez ji bajarê Serêkaniyê tevli nav refên gerîla bûm.Sedema tevlibûna min; Dagirkirina Serêkaniyê ya di 2019an de hatî kirin bandoreke mezin li ser min kir.Gava min ew dagirkerî dît, min rastiya dijmin bêhtir nas kir.Li ser vê esasê ez tevli bûm û min xwe wek berpirsyariyek dît ku ez tola şehîdan rabikim û welatê xwe rizgar bikim.Şerê ku li Serêkanî û Efrînê tê meşandin, li Zap û Avaşînê jî tê meşandin.Dijmin gaza kimyewî bi kar anî lê berxwedaniya gerîla hişt ku dijmin bê çare bimîne.Gerîla dijmin têk bir. Dijmjn tu carî bi ser nakeve. Serkeftin her tim ya me ye, ya Gerîla ye. Em ê tu carî nehêlin ku dijmin bihosteke jî ji axa me bibe. Em ê her wan paş de bibin. Em nahêlin ku derbasî welatê me, axa me û çiyayên me bibin. Ez bang li hemu jinê cihanê û Kurdistanê dikim ku tevli nav refên gerîla bibin. Ez li ser bangawaziya Heval Sozdar Avesta tevli refên gerîla bûm. Li ser vê esasê bang li hemu jinên Kurdistanê û cihanê dikim ku werin û tevli nav refên gerîla bibin.
Di dawiyê de Zendura Tolhildan jî diyar kir ku ew bi bandora banga Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji jinên ciwan re tevlî nava refên gerîla bûye û got, “Min ev bang girîng dît û min ji beşdarbûna xwe berpirsyar hîs kir.” Zendura Tolhildan wiha berdewam kir:
Navê Min Zendûra Tolhildan e.Ez ji bajarê Efrînê me.Ez nû tevli nav refên gerîla bûm.Sedema tevlibûna min ev e ku; Gava Heval Sozdar Avesta bangewaziya li jinên ciwan kir, min ev bangewazî girîng dît û min xwe berpirsyar dît ku divê ez tevli bibim û pirsgirêkên jinên ciwan yên di nav civakê de jiyan dikin çareser bikim.Min ez pirsgirêk dîtin û min nekarî li hember van pirsgirêkan çavê xwe bigirim.Sedema tevlîbuna min a duyemîn jî;Di dema berxwedana li Çiyaê Zendûra de min berxwedana hevalên Gerîla dît, ez pir bi bandor bûm.Sekna wan a li hember dijmin bêtirs,bi moreleke bilind bû.Dagirkeriya dijmin ji xwe re qebûl nekirin.Ji ber vê jî ev bû sedem ku tevlîbuna min a nav Refên gerîla çêbû.Bi rastî jî hestên tevlîbunê pir cuda ne.Kelecanî,kêfxwesî û coşiyeke mezin heye.Ji ber vê jî ez bangewazî li hemû jinên ciwan ên cihanê dikim û dixwazim ji wan re bibêjim; Mafê her jina azad heye ku Azad jiyan bike.Lê belê di nav civaka heyî de tu jin nikare azad jiyan bike.Ango, ji derveyî çiyayên Azad cihekî ku jin xwe Azad bike nîn e.Ji ber vê ez hemû jinên ciwan deweta tevlîbuna nav refên gerîla dikim.Da ku karibin tehma azadiyê hîs bikin, di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bikin.Bi vî awayî dikarin xwe bêhtir xweşik bikin.Di heman demê de dikarin bi hêza xwe,bi têkoşîn û îradeya xwe,xwe di nav civakê ji nû ve xwe ispat bikin û rola pêşengtiyê ji nû ve bilîzin. Bi radtî jî ez pir dixwazim, hestên ku min piştî tevlîbunê jiyan kirine hemû jinên ciwan jiyan bikin.